Ferhenga Bişaftinê

Bahoz Baran

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
""Li hecê, hinek Kurd rûniştine û bi hev ra bi Kurdî diaxivin, Tirkek jî guhdarîya wan dike, ji axaftin bi Kurdî aciz dibe û nema xwe digire û bi ser wan da diteqe û dibêje, "Hiç olmazsa Allah'ın evinde böyle yapmayın!"
Tu, bî insanekê/î ra pêşî bi kîjan zimanî biaxivî, demîna xwe weha digirî.
Sayfa 9
Reklam
Kurdek, dengê xwe bilind dike û dibêje, “Biz asimile olmayız!”
"Tên, stran û kilamên te didizin, boyaxa zimanê xwe lê dixin û bi te didin guhdarîkirin û kêfa te tê."
Wextê evîna we li ser hesabê Kurdî be, hûn dikarin ji hev ra xeberan jî bidin.
Sayfa 29
Ji bo zarokên wan bixwînin bibin “tiştek!”, radibin zimanê xwe diavêjin çopê.
Reklam
Xapandin
Rojekê lawikekî berzewac, diçe qîza camêrekî ji xwe Ra dixwaze. Bavê qîzikê, ji lêwik dipirse,"Tu çi kes î, lawê kê yî, ka piçekî qala xwe bike, ma mirov hema wilo qîza xwe dide xerîban?" Beşerê lêwik xweş dibe û dibêje, "Welah bavo, qumar mumar li dora min tune ye. Ez bi eraqê emel nakim. Hemdê Xwedê limêja xwe dikim, rojîya xwe jî digirim, kar û emel jî destê min tê...." Hew maye ki bibêje, "Welah ez milyaket im." Bavê qîzê ji van gotinan aciz dibe, guman lê peyda dibin, radibe ji lêwik ra dibêje, "Erê, xuya ye tu yekî baş î kurê min, lê ki min ra bû meraq, hema qet alîkî te yê nebaş tune ye law!?" Lawik, xwe dide aqil û paşê ji bavê qizîkê ra dibêje, "Welah bavo, ez nizanim ez çawa bibêjim, alîkî min ê nebaş heye, ez pir derewan dikim!" Îcar Kurdên me yên bûne her tişt û nebûne Kurd çiqas dişibin vî lawikî.
Sayfa 83
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.