Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Ferhenga Termên Matematîkê

Dilawer Zeraq
0/10
0 Kişi
Okunma
Beğeni
15
Görüntülenme
DİLİ: KR-FR-İNG-AL-TR Ji bo hemû zanistên pozîtîv matematîk xwedî girîngîyekê ye. Her wiha ji bo hemû alîyên jîyanê jî hewcetî bi rê û rêbaza mantiqa matematîkê heye; loma jî tê gotin, matematîk di nav jîyanê de ye û jîyan jî ji matematîkê pêk tê. Her wiha matematîk ku rê û rêbazeke hizirînê û zimanekî gerdûnî ye, di dinyaya me a îro de ku, her ku diçe pêşketinên cihêreng li xwe diqewimîne; û ji bo kesîde, komel, zanist û teknolojîyê biwareke bivênevê ye. Loma jî, di jîyana rojane de mirovên ku ev dîtin di xwe de mehandine û bergindên matematîkê, çi bi awayekî çendanî çi bi awayekî mantiqî û çi jî bi awayekî têgihî, peyde kirine di jîyana xwe de, karibûne di her babetê de, çi di nivîsên xwe çi jî di axaftinên xwe de bi hêsanî bergindên wan têgihan bi kar bînin. Matematîk wekî pênaseyê di tu qaliban de hilnayê. Lê em wekî pênaseyeke giştî dikarin bêjin ku; matematîk ew zanist e ku bi rêya aqil, li ser avanî û taybetîyên dirûv, jimar û geleyan hûr dibe û bi rêya zanistê têkilîyên di navbera wan de dide ber hûrgerînê; û her wiha matematîk li şaxên zanistê ên wekî zanîna jimarî, cebîr, zanista dûresmanî jî dabeş dibe. Ev ferheng, berhema xebateke têr zehmetî û dijwarî ye ku bi qasî çar salan bêyî ku bêzarîyekê di me de ava bike, bi geşî û bi dorfirehî hatiye kirin. Û tevî ku em pê dizanin ku her xebata yekem di xwe de hin kêmasîyên arizî xwe dihewîne jî, em bi şanazî vê ferhengê, bi vî awayê wê, derpêşî we bikarhêneran dikin ku hem bi matematîkê û hem jî bi Kurdî re mijûl in.
Yazar:
Dilawer Zeraq
Dilawer Zeraq
Yazar:
Mem Wenda
Mem Wenda
Tahmini Okuma Süresi: 10 sa. 39 dk.Sayfa Sayısı: 376Basım Tarihi: Nisan 2015Yayınevi: Lis Yayınevi
ISBN: 9786059014359Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.