Sarah, min bi hêdîka, li ber guhê wê got.
Lê jê deng derneket.
Ester, îcar min dîsan, destê wê di nav destê min de, min gotê.
Hingê jê deng hat û wê serê xwe hinekî livand.
Belê, keçik Ester bû, Estera ko bi dû re bû Stêr, Stêra umrê min ê bêçare, jiyana min a kambax.