Dîcle çi dibêje? Guhê xwe bidin ser dengê Dîcleyê, bi dîqet, bi hizir.
Bibêjin ka gotina Dîcleyê çi ye?
Ez, dengbêjê Dîcleyê, ji we re bibêjim; deng, dengê mirî, windabûyî û jibirbûyiyan e û ava Dîcleyê strana zîz a wan dibêje.
Ro, ronahiya rojê, tîrêjên ronî.
Germahî. Geşî, xweşî.
Bihar, dilşahî.
Dinya dikene, ax dinale, sar, seqem dihele.
Av vedije, Dîcle hişyar dibe.
Bîhn, ax, herî, dar, ber, gul, kulîlk. Dinya vedije.
Av, avzê, kahnî, co û çem.
Ji dahl, daristan, zinar, çiya.
Ji herderî, ji jêr, ji jor, ji çarmedor.
Av, Dîcle. Dîcle vedije, Dîcle har dibe.
Ro û Dîcle. Tav û av. Tîrêj û pêl.
Bi hev re, di nav hev de.
Dîcle dibiriqe.
Dîcle diçirise.
Dîcle distrê.
Dîcle dibêje.
Ermen mirin. Suryan, keldan, nastûrî bêhejmar mirin.
Êzidî mirin. Kurd mirin.
Ez jî ê bimirim. Ez bi birîna xwe dizanim, ev birîn nacebire, ev ê min bikuje.
Li dinyayê her tişt xwediyê dengekî ye. Ne bi tenê însan, teyr, tilûr û heywan, her-weha erd û ax, dar û ber, zinar û çiya, av û çem, ba û bahoz, berf û baran, tav û heyam jî xwediyê dengekî ye.