Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Hawara Dîcleyê

Mehmed Uzun

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Dîcle çi dibêje? Guhê xwe bidin ser dengê Dîcleyê, bi dîqet, bi hizir. Bibêjin ka gotina Dîcleyê çi ye? Ez, dengbêjê Dîcleyê, ji we re bibêjim; deng, dengê mirî, windabûyî û jibirbûyiyan e û ava Dîcleyê strana zîz a wan dibêje.
Fermo, ev jî çîroka min û deng, xewn û xeyalan e.
Reklam
Ermen mirin. Suryan, keldan, nastûrî bêhejmar mirin. Êzidî mirin. Kurd mirin. Ez jî ê bimirim. Ez bi birîna xwe dizanim, ev birîn nacebire, ev ê min bikuje.
Ro, ronahiya rojê, tîrêjên ronî. Germahî. Geşî, xweşî. Bihar, dilşahî. Dinya dikene, ax dinale, sar, seqem dihele. Av vedije, Dîcle hişyar dibe. Bîhn, ax, herî, dar, ber, gul, kulîlk. Dinya vedije. Av, avzê, kahnî, co û çem. Ji dahl, daristan, zinar, çiya. Ji herderî, ji jêr, ji jor, ji çarmedor. Av, Dîcle. Dîcle vedije, Dîcle har dibe. Ro û Dîcle. Tav û av. Tîrêj û pêl. Bi hev re, di nav hev de. Dîcle dibiriqe. Dîcle diçirise. Dîcle distrê. Dîcle dibêje.
Mehmet Uzun
Berî ko hûn bipirsin, ez bibêjim we ka Jibîrbûyî kî ne. Jibîrbûyî, ez im; Biro, Biroyê Dengbêj, yan jî em bibêjin, Biroyê Êzîdî, yan jî Biroyê Kor, yan jî Biroyê Dirêj. Jibîrbûyî, Ester e; Estera ko min jê re digot, Stêr, an jî Estera file, keldan, nastûrî, yan jî Stêra ezîza ber dilê min, roniya çavê min, Ester, sêwiya zarşêrîn e zarwinda, bejn û bala lihev... Jibîrbûyî, Mîr e. Mîrê Cizîra Botan, serekê Ezîzan, an jî Mîrê serhildana kurdî, yan jî Mîrê nefîkirî, yan jî Bavê Têlî, Têliyê kor ko hevalê min e.
Dengê dengbêjên ko her tim dengê methiye û pesnan e, hema çi bigire her tim bi şox û şeng e.
Reklam
Ez Dîjle me, Dîjleya lehî. Ne qam e, ne bihur, ne jî delav... her tim zindî.
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.