Xelk li min dixe - dilê min diêşe,
Ez li xelke dixim - dile min diêşe
Çi rind gotine kal û baven me:
Li cinan xi jî, bi cinan dikevî
Cin li te xin jî, bi cinan dikevî'
Hey çiyano, çiya, hey çiyano can,
Gul-şîlanê we ku da çûn?
Kulîlkêd we lal û mircan,
Lal-mircanê we kuda çûn?
Qûrtîn diket bet-bazê we,
Şivan distira li gazê we,
Pez hêl dikir hewrazê we,
Xewn û mital fikarê min,
Hûn mîna berx û karê min...
Û çaxê ez, berxvanê gund,
Li deştêd me, çiyayêd bilind,
Min ku pêşîya berxa berda,
Bela dibûn li mêrg û erda,
Xwe didane berpalêd çîya,
Diçêrpandin gul û gîha...
Lê carna jî li wan erda
Min ku pêşî zef berdida,
Berxê min ên nes direvîyan
Diketin cîhên qorix û zîyan.
Sîng û berê kew-gozelê Elegeze,
Vê biharê wê xemilye rez bi reze:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê kurmancîne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.