Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Cilda I

Hesret Defter Hemu Berhem

Fêrîkê Ûsiv
Hesretdeftera Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêr, a ku cilda pêşîn a Hemû Berhema wî ye, ya ku ji sê cildan pêk tê, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin. Em îro xwendevanên ziman û wêjeya Kurdî bihêlin, heke em ji helbestkar û nivîskarên Kurd bi xwe pirs bikin, wê ji van kêm kes bizanibin bê Fêrîkê Ûsiv kî ye, di sedsala bûrî de, di nava temenê xwe yê şêst û sê salan de wî çi nivîsiye û çi afirandiye. Ev hal û hewal li dû encamên dîrokî, polîtîk, erdnîgariyî û neteweyeke dabeş bûyî hatiye, helbestkar û wergêrekî ji Kurdên Êzidî yên Qefqasan, yekî mîna Fêrîkê Ûsiv ê ew qasî berhemdar û helbestkarekî bê hevta, heta niha ji aliyê welatê me gişî ve nehatiye naskirin. Ji ber ku, gava ku mirov çav didêre Hesretdeftera Fêrîkê Ûsiv, mirov hişmiraz li bedewiya berhemên wî dinihêre. Ev risteyên Fêrîkê Ûsiv bi dest xwe re xwendevanê xwe dikişîne nava xwe û bi me dide zanîn ku Ûsiv helbestkarekî serdema xwe ye, gerdûnî ye û ew qasî jî ji çavaniyên zimanê Kurdî bi lemelem tê: Hezkirî tê bi lewzê xweş, Tûmê sêfîl karrêz dike, Û dihele bengiyê serxweş, Tê, mirina xwe hembêz dike. Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye.
Yazar:
Fêrîkê Ûsiv
Fêrîkê Ûsiv
Tahmini Okuma Süresi: 14 sa. 3 dk.Sayfa Sayısı: 496Basım Tarihi: 2016Yayınevi: Lis Basın Yayın
ISBN: 9786054497041Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
496 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
·
622 günde okudu
Li ser Hesret Defter
Fêrik helbestkarekî di pêşiya dewra xwe de yî. Qelemeke û ramanên wî yê xurt hene. Ên kû ev pirtûka hanê xwendin bila nebêjin tenê me pirtûkek xwend. Çimkî di vê pirtûkê de êş azar ên dilê Fêrik, kul û xemên wî, şadiyên wî, hezkiriyên wî, dostên wî, dijminên wî, rêberên wî, hêviyên wî, şikestinê wî, serkeftinên wî em dikarin bêjin bi kurtayî jiyana wî ya heta sala 1970 î hene. Kê ev pirtûk xwendibe êdî Fêrîk weke yekî nas ji malê bibînin, weke bi wî re jiyabin. Em spasdarên tene Fêrikê Usiv.
Hesret Defter Hemu Berhem
Hesret Defter Hemu BerhemFêrîkê Ûsiv · Lis Basın Yayın · 201613 okunma
Reklam
496 syf.
·
Puan vermedi
·
18 günde okudu
Kawa Nemir derbareyê Fêrîk de wiha dibêje; “Fêrîkê Ûsivê tebiyetbêj, helbestkarê çar werzan, çiyayan, belekiyên berfan, beyaniyên di pengbûna xwe de mişt bizav û êvarên hênik û zozanan û deştan, ba, baran, berf û bagerê, yê hemderd bi ewran re û hevriyê Pûşkîn, Yesenîn û Lermontovê mezin. Wî bê hesab risteyên evîn û berxwedanê, hezkirina ji welêt nivîsîne û dengekî nemir li pey xwe hiştiye” Di helbestê de, du helbestkarên mezin hebûn, ku Fêrîk ew wekî hoste qebûl dikirin: Pûşkîn û Yesenîn. Ji ber vê yekê, Fêrîkê Ûsiv di sala 1987’an de derdikeve gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris digere. Di payîza 1996’an de, Fêrîkê Ûsiv diçe dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku wê demê li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye ew çax. Digel pêdagiriya malbatê, diçe. Di 28’ê avrêla 1997’an de, vedigere Yêrêvanê, mala xwe a ku bi xwe çêkiribû. Lê nexweşiyê lê giran dikir, Fêrîk di 1’ê gulanê de rakirin nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin, di 3’yê gulana 1997’an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Hayastanê ango Ermenistanê, li wî aliyê din ê Erezê, li ser axa Serheda xwe kiras guhest û tevî karwanê nemirên kurd bû. Li ser xwestina wî, Fêrîkê Ûsiv li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hat spartin.
Hesret Defter Hemu Berhem
Hesret Defter Hemu BerhemFêrîkê Ûsiv · Lis Basın Yayın · 201613 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.