Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
157 syf.
·
Puan vermedi
Stranên weke "Zînê" û "Dayê rojek tê" ji helbestên Şahînê Bekirê Soreklî hatine bestekirin. Ez bawer im her Kurdek van stranan dizane û dema guhdar dike ji dil de hest dike. Li gel van helbestên xweşik gelek helbestên nivîskar ên polîtîk û bîrdozî (îdeolojîk) jî hene. Piştî min li ser nivîskar lêkolîn kir ez rastî dîmeneke ku di sersala îsal de hatîye weşandin hatim ( youtu.be/wBLLu1-U6jU ) ku tê de nivîskar xwe rexne dike û dibêje "xwezî min xwe bigahanda nivîsên xwe yên wan rojan û ew tev bişewitandana.". Lewra nivîskar xwe sûcdar dimîne ku bi gotinên vala û sloganîk, wan nebaşîyeke mezin li gelê Kurd kirîye. Dibêje "bila Kurd xwenda û zana bin, ziman û zanistan fêr bibin, ne tenê sloganan bavêjin.". Ya rast, me bi salan stra got "dayê rojek tê"; Roj bi ser rojan de hatin û herikîn li ser me ra lê me jiyana bê şer û azad qet bi dest nexist. Wê demê dîyar e ku şaşîyeke me ya mezin heye. Divê em li ser vê meselê kûr bifikirin.
Jana Heft Salan
Jana Heft SalanŞahînê Bekirê Soreklî · Enstituya Kurdi ya Brukselê · 199027 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.