destê min vê nameyê li rê dinivîse,
û di nîvenga jiyanê de ezê
tim
li rex hevalan bim, raberî dijmin,
navê te li ser lêva min
û maçek
ku qet ji maça te neşikest.
Dila min, li me şev e.
Ava reş, dinyaya di xew de
min radipêçe.
Berdestî sibê ye,
û di vê demê de ji te re dinivîsim
da ku ji te re bêjim: "ez ji te hez dikim."
Da ku ji te re bêjim "ez ji te hez dikim,"
li evîna me miqate be,
pak û paqij bigire, berz hiline,
biparêze, dila min.
Ez evîna me dispêrime te wekî ku min
çengek ax bi tov û dendikan ve spartibe te.
Wê ji evîna me jiyan bistî bidin. .
Wê avê vexwin di evîna me de
Te hat di nav jiyana min de cî da,
digel her çi ku te bi xwe re anî,
ez li benda te bûm,
te ya ji roniyê, ji nan, ji siyê,
û min wisa pêdivî bi te ye,
wisa dilikiyê te me ez,
Gava digihêm vê derê destê min dadiweste. Yek ber bi devê min tê, dipirse:
"Ka bêjê, çima, peyvên te mîna pêlên li ser yek perravekê, peyweste li bejna wê diherin û jê dadigerin?
Qey dîdara yekane ya dilê te hew ew e?"
Hîn bêtir, gava çav bi te dikevim, welê veketî,
di can û tenê te de, di rengê te yê ji rengê xamkêsanî de
regez û binca niştimaniya evîna xwe dibînim...