Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Orhan

Orhan
@o_ozgur_o
Mavi bir renkten daha fazlası bence. Sonu olmayan bir gökyüzü, umut dolu bir deniz... -mavi kağıda yazılan bir not / 09.12. / 07.26- .............. Oku...! #219584262
Sabitlenmiş gönderi
Keşfedilmemiş Benlik
C.G.Jung'a göre; İnsani bir ilişkinin kurulabilmesi için kusursuz olmadığımızı kabul edecek bir alçak gönüllüğe ihtiyacımız var...
Reklam
Keskesor / Ş.Çaçan
Ew Tu bûyî Li ser perên balindeyek Piçek şîn Car caran bihar Car caran zerî Bi biharan ra em diketin nav pêlan Me vedixwar ji şevên hênik û Berhev dikir berbangan Ji esmanê rûtenik Me direşand ser zeriya payîzan. Bihar dibû hilmek germ Di nav bijangên min da Xwe digîhand sewtûwewta dilê bitenê. Spî dinizilî ji tîrêjên demsalan Dibû keskesor dipêça hêsan Sor bi kulîlkên gulanê Diqulupî ser germahiya havînan...
Sayfa 65 - Nûbihar
Bjerkely
"Neden yaşadığımız konusuna ilgi duymak pul biriktirmek gibi rastlantısal bir ilgi değildir. Böyle sorularla ilgilenen insan neredeyse bu gezegende var olduğumuzdan beri insanların üzerinde konuştukları bir şeyle ilgilenmiş oluyor..."
Sayfa 332 - Pan

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
1 Gulan / 1 Mayıs
✊🏻🚩
Ebru

Ebru

@marksistimge
·
27 Kasım 2021 18:52
Bütün ülkelerin burjuva sınıflarının şovenizmine ve yurtseverliğine karşı, yaşasın işçilerin enternasyonal kardeşliği! Yaşasın oportünizmden uzak proleter Enternasyonal!
Sayfa 79 - Savaş ve Rusya Sosyal-DemokrasisiKitabı okudu
Bo kî !?
Mirov ji bo xwe nadizin, nemerdiyê nakin, pêl morîstankekê nakin; lê ji bo serfiraziya partiya xwe, ji bo berjewendî yan jî armanca çîna xwe, ji bo 'kamraniya welatê xwe' derewan jî dikin, sextekariyê jî nemerdiyê jî dikin, tişta jî li hev tînin û mirovan diêşînin jî. Wijdanê wan, duristiya wan û hezkirina wan tenê ji bo tevgera wan bixwe ye...
Sayfa 146 - Nûbihar- (Beyaz Zambaklar Ülkesinde)
Reklam
Orhan
@o_ozgur_o·Bir kitabı okumayı düşünüyor
İyi Hissetmek
İyi HissetmekDavid Burns
8.5/10 · 11bin okunma
Terlan û Baz im Ez / Rizgar Elegez
Wê rakir pêt û pereng Lêvsora hurr e çeleng Wê esman kir qewî teng Lew terlan û baz im ez. Serwer û raz ew e Dadres û baz ew e Bedew û xansaz ew e Bende û belengaz im ez.
Sayfa 61 - Nûbihar
+ Rewşa Medyaya civaki li Rojava / K.Reş
Neyênî: Neyêniyên wê jî pir in; gelek kesên ku vê medyayê bikar tînin di cîhaneke cuda de, dûrî civaka xwe dikevin. Nexweşiyên derûnî û tenduristî çêdike. Bi rêya wê şerên taybet bi navên sexte têne kirin. Bernameyên bê çavdêrî, dijî pîvanên exlaqî yên civaka me hin bikar tînin. Mirovan ji nava civakê bi dûr dixîne. Ew şêraniya malbat û civakê qelis dike. Serdana mirovan ji hev re kêm dike. Metirsiya wê ji zarokan re mezin e. Xwendina pirtûkan kêm kiriye. Û bi dehan kêmasiyên wê jî wek çakiyên wê hene. Qamişlo 25.12.2023
Sayfa 60 - Nûbihar
Rewşa Medyaya civaki li Rojava / K.Reş
Pirs: Gelo hûn dikarin bo kovara Nûbiharê çavdêriyên xwe yên bikarhênerên medyaya civakî ya Kurdî bi me re parve bikin? Bersiv: Di van 10-12 salên dawî de ku medyaya civakî/social media: Facebook, Twitter, YouTube, Instagram, Viber, WhatsApp. -Hin ji wan li Sûriyê qedexe ne- bi firehî di nav me Kurdên Rojava de belav bûye. Wek nivîskarekî Kurd û çavdêriya min ji vê medyayê re, ez wê wek şûrê ku ji her du rexên xwe ve tûj be, dibînim.. Anku hem erênî ye û hem neyênî ye: Erênî: Ew qedexebûn û sansora ku ji rex rêjîma Sûriyê ve li ser zimanê Kurdî hebû, di rêka vê Medyaya Civakî de hatiye hilanîn. Êdî her kes zû digihêje nûçeyan û kare nerînên xwe bibêje. Hin his û hestê xwe, bîr û baweriyên bi zimanê Kurdî, zimanê dayika di vê pencereya cîhanî de ku dinya kiriye wek gundekî, tînin ziman û belav bikin. Hin kes kultur û zargotina bav û kalan ya ku ji sedê salan ve nehatiye nivîsandin û didin hev bi vê pencereyê belav dikin. Hin bervedêriyê di ber azadî û mafê gelê xwe, di Sûriyê û Rojhilata Navên de dikin. Hin zilm û zora ku li gelê wî hatiye kirin û dibe, şanî gelên dinyayê dike. Erê ya herî girîng li cem min; serbestiya zimanê Kurdî ye. Ez vê medyaya dijîtalê ji bo çanda Kurdî û têgihiştina civakî baş dibînim. Hem jî mirov dikare sûdê ji wergirtina agahiyên vê medyayê bigire û di rêya wê re banga xwe bigihîne raya giştî. Wek ku min got Kurdên Rojava di vê medyaya civakî de kêm-zêde li çareseriya kêmasiyên xwe digerin. Digel ku di aliyê perwerdeyê de jî hin dersên ziman têne dayîn.
Sayfa 60 - Nûbihar
Rewşa bikaranîna torên civakî li Rojhilat / H.Fayiqî
Piştî belavbûna bikaranîna torên civakî li Îranê di destpêkê de, bêtir whatsApp û telegram dihat bikaranîn. Wek mînak pêşî koma telegramê hebû, paşê kanal jî li wê zêde bû. Piştî demekê ku înstagram derket, piraniya bikarhêneran înstagramê bi kar anî. Piraniya bikarhênerên kom û kanalên telegramê jî derbasî întagramê bûn. Bikaranîna van torên civakî di serî de facebooke, twitter, You Tube û piştra telegram di sala 2018an de, paşê jî torên din di sala 2023yan de, bi mebesta bikaranîna torên navxweyî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatin asteng kirin. Bi tevî van hemû astengiyan dîsa jî bêkarhêner bi alîkariya VPNê wek adetekî rojane telegram, whatsApp û înstagramê heta niha bi kar tînin. Ji aliyê dewleta Îranê ve qedexeyek li hember bikaranîna zimanê Kurdî li ser torên civakî nîne. Lê li rojhilatê Kurdistanê xwendin û perwerde her bi zimanê Farisî ye. Kesên ku bixwazin xwendin û nivîsîna Kurdî fêr bibin, xwe bi xwe fêr dibin, dewlet ji xeynê zimanê Farisî piştgiriya zimanên din ên li Îranê nake. Lê bi rêya medyaya civakî Kurd derfeta xwe bi xwe fêrbûna Kurdî bi dest dixin. Bi taybetî li ser înstagramê peywendiya du alî di navbera mamostayên Kurdî û xwendekaran de hêsantir e. Kanalên telegramê û peycên înstagramê bo fêrkirina hemû diyalektên Kurdî wek Soranî, Kurmancî, Hewramî û kelhorî tên bikaranîn
Sayfa 59 - Nûbihar
Reklam
+ Rewşa zimanê Medyaya Civakî li Başûr/W.Tofîq
Eger em behsa zimanê Kurdî û rewşa wî di bikaranîna medyaya civakî de bikin, mixabin ew pir bêyî disiplîn û bi kêm û kasî di medyaya civakî de dihête bikarînan li başûr. Esasa van egeran jî divegere bo, dewlemendiya zimanê Kurdî û fire zaraveya wê; belê mixabin, pirsgirêka herî mezin nebûna standerdiya van hemî zarav û rênivîsa ye.
Sayfa 58 - Nûbihar
Rewşa zimanê Medyaya Civakî li Başûr/W.Tofîq
Ziman: Ew alavê pîroz ê girêdan û bihêzkirina peywendiyên mirovayetiyê ye ku tê de û bi rêka ziman mirov şiyaye merem û hesta xwe bo yê beramber diyar bike. Evca çi bi rêka axaftinê, nivîsan yan jî danûstandinan yan jî hêma û îşaretan be. Îro teknolojiya zîrek û medyaya civakî bûye alternatîvê hemî tuxm û curên zimanan, medyaya civakî îro bûye pireka gelek bihêz û karîger bo girêdana hemî civakên cîhanê û her netewe û milletek bi zimanê xwe hewl dide xwe bike pişkek ji wê meydana mezin ya danûstandinê ku jê re dibêjin medyaya civakî.
Sayfa 58 - Nûbihar
1.058 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.