Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kavirên Anarşîst

Rênas Jiyan

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
276 syf.
10/10 puan verdi
·
1 saatte okudu
Mamoste Rênas mirovekî pir hêja ye. Hem pirtûkên wî û hem jî şexsiyeta wî pir diecibînim. Ev pirtûka wî yê nû bi navê kavirên anarşîst jî bi xweşî û bi pakî hatiye nivîsandin. Bi taybetî kurdên ango mirovên êşkêş û welatparêz û li nava destên serdestan de hatiye heçikandin kengî vê pirtûkê bixwînin xwe tê de dê bibînin. Li alîyê din de jî bi bindestîya kurdan, bi serdestîya biyanîyan ve (tirk,ereb û ecem) çawa tehdê kurdan re dikin çawa wan tunne dikin ê , bi zelalî nîşanê me xwendewanan dike. Ne tenê li alîyê biyanîyan ve zorbûnî dikişînin, di nava xwe de jî çawnebarî û zorbûnî yê dikin... Tiştên ku pir xweşa min çû , dîyalog bû . Ûsa xweş hatiye çêkirin ku tu dibê qey , li wê li ber wan karekteran de yî û wan guhdarî dikî , zeman û mekan jî ji holê radibe...
Kavirên Anarşîst
Kavirên AnarşîstRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 202110 okunma
Reklam
276 syf.
10/10 puan verdi
Di pirtûkê de sê çîrokên cuda hene ku mîna çemên ber bi behrekî ve diherikin, di dawiya pirtûkê de digihêjin çîroka sereke. Şêweya vegotina çîrokan ji hev cuda ye: yek jî çavên leheng tê vegotin, yek bi nêrîneke xwedayî û yek jî wek ku ji leheng re bê gotin, tê vegotin. Bi vî awayî honandina pirtûkê herikbar dibe û kêfa xwendinê zêdetir dibe. Mijar, têkilîyên serdest û bindestan e; di jiyana kar de, di jiyana malbatê de...
Kavirên Anarşîst
Kavirên AnarşîstRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 202110 okunma
276 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
7 günde okudu
Di serî de gelek spasîyê xwe ji Mamoste Rênas re dikim ji ber ku dîsa pirtûkêk bêhempa dîyarîyê me kurdan kirîye û wêje yê kurdî de dema pirtûkên usa baş dibînim gelek keyfa min tê. Di pirtûkê de pirsgirêkên kurdan hema bêje bi tevahî hatîye nivîsandin û ji ber wî her xwendevan ji jiyana xwe de parçêk tê de dibîne. Tiştê ku vê pirtûkê cûdatir dike ji bo min, pirsgirêkên di nav kurd û tirkan de, dewleta tirk û polîtîkayê ku li ser kurdan dimeşînê ne tenê ye. Gelê tirk ji di her alî de; li kargehê,li zanîngehê,li sûkê û heke yekê kurd bi tirkêk re zewicîbe li malê jî li ser kurdan dixwazin desthilatdarîyê bikin ,jîyana wan biguherînin û dive her tiştî li gorî dilê wan bijîn. Di vî pirtûkê de jî faşîzm û desthilatdarî pir baş hatîye rexne kirin.Dema pirtûkê dixwînî carna hêrs dibî,carna dikenî,carna xemgîn dibî û dema pirtûk xilas dibe pirtûk di hembêz a te de xwe di nav xeyalên rewşa kurdan de dibînî.
Kavirên Anarşîst
Kavirên AnarşîstRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 202110 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.