Di wêjeya Kurdî de yek ji pirtûkên helbestan herî baş e. Ziman û vegotina Kamîran Bedirxanî pir xweş û zelal e. Bi piranî hevokên wî kurt e û bi dubarekirina hevokan aheng çê dike. Helbestên wî mina stranan in. Jixwe hin helbestên wî di berê de hatin bestekirin. Bi min Mîr Kamîran jî dikarin wekî "dengbej" tê hesibandin.
Hemû helbestên di pirtûkê de, berê di kovara Hawarê de hatine weşandin. Wekî ku tê zanîn, Kamîran mirovekî welatperest e. Ji ber vê yekê helbestên xwe bi piranî bi Kurdistanê tekildar in. Her tim ji yekîtîyê behs kir û li ser parastin û pêşketina zimanê Kurdî sekine.
Di pirtûkê de helbestên evînê jî hene. "Kulilkên Ezêb" di eslê xwe de helbesta evînê ye. Digel vê di helbestên nivîskarê de herî navdar e. Bi min di pirtûkê de helbesta herî xweş "Kulilkên Ezêb" e.
Ji bilî vê Kamîran di helbestên xwe de ji Zerdeştî jî pir behs dike. Ew di eslê xwe de misliman e, lê ji Zerdeşt û felsefeya wî pir hez dike. Di helbesta "Yekbûn û Yekîtîya Kurdî"yê de hevokên wûsa hene;
"Zerdeşt bû melayê kevnê Kurda
Qanon bû çirayan Zendavesta
Ew felsefeya qadîm û pir nûr
Zendî, zimanê kevn û meşhûr
Zerdeşt û çiraya zîvê Zerdeşt
Ruhnî ew e, ser çiyayên û ser deşt
Her kat ji kitêba Zendavesta
Pêtek bû dil, gurî di desta"
Ango, ew Zerdeşt û Avesta yî wekî hêjahîya civakî tê dihesibîne.
Bi kurtî, ji bo kesên ku helbestan hez dikin pirtûrkekê pir baş e. Bi min her Kurd divê Berdirxan'î bixwîne. Ji ber ku wêjeya Kurdî ya nûjen(modern) bi wî dest pê dike.
Slav û rez.