Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Kulîlkên Mala Mirîyan

Mîna Acer

Kulîlkên Mala Mirîyan Gönderileri

Kulîlkên Mala Mirîyan kitaplarını, Kulîlkên Mala Mirîyan sözleri ve alıntılarını, Kulîlkên Mala Mirîyan yazarlarını, Kulîlkên Mala Mirîyan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
hûn çawa dihelin guharên jinekê ji guh werin xware destên we çima kulilkan dirêjî wê nakin
çirayên qesrên hundir vemirîn sê dana nexweş mam li ser wê doşekê dengê min di guhê dinyê de bû stran di yê te de nebû vizîna kelmêşekê
Reklam
ji wê rojê de ye dua dikim xwedêyo xewnên qîzên bavan tim gulgulî bike
sê cara min maç kir qelbê pênûsa te û got destên li bejna te digere ne layiqî bedewîya min e ji ber ku her şev çavên min bijangên xwe diweşîne ji bo ku tu pê lê bikî hêsir binê nigê te şil bikin
destên min çi qasî ji qulpa wî hez dikir te serî berda erdê mifte guhert li ber derî hiştim ji wê rojê de tiştek bûye girêk di qirika min de ken xwe lê nagire girî lê nayê
Hezkirin
min berê ji destên wî hez kir ji dewsa maçên wî qonax çê kir li sînga xwe kir rawestgeh jê re min ji hatina wî hez kir bi bêhna qurnefilan bi tama sêv û alûcan û min ji kenê wî hez kir li asîmanan di binê keskesoran re derbas dibû
Reklam
Bêriya dayikê
îroj min di ser aveke giramokî re gav kir yade pelik û her du guliyên min weşîyan zanim êdî tu tune yî paxila min maçı biki carina mista xwe tije av dikim li ser rêya ku tu tê re derbas dibûyî disekinim li benda te bi erde de dihere giştek dixwazim bêm satila xwe bavêjimm wê bîra pişt xêni gava giran hat nikaribim tu ji destekî xwe bavêje weris bikişîne bi min re
Duayê dê
şeva leyletul qedrê bû dêya min her du destên xwe vekir û got ya rebbil alemîn tu bext û text bide qîza min mala wî ava temen negîhand wê roja bextewar bextê qîzê bi qîrê text bi derewan şuştin
xewxweşîya xeyalên dêya xwe cihê me li ser wê sifrê tune bû me li dorê bilîsta min tu bi bêkestilorandî di zik de tu nebûyî kesa min de lorî lorî stêra min lori bavik tu kuşti dayik bi gorî
min pir dil dikir carekê te çavên xwe li paceya min vekira û kulilka wê guldankê av bidaya heta ku ez bihatima
26 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.