Leqat" leqata jiyanê ye. Leqat a man û nemana Kurda ye. Niviskar hewl daye bi vê leqatê bermahiyên Kurda, li pirêzê welat da berhev ke.
Hesê Karazî bigire heya Hêja Cemîl qala 100 salî zêdetir dike. Bi vî avayî xwîner dibin şahîdê 100 sala dawîn. Di vî warî de roman dikare bikeve rêza romanên dîrokî û civakî. Keseyatê romanê li gorî çand û hişmendiya civatê derketiye holê. Keseyeta jina Kurd bi gelek aliyan ve derketiye. Di civaka Kurd de him Fatê him jî Eyşe hene. Çawa ku Hesê Karazî hebe. Fate û Eyşê jî bi nasnameya xwe bi sekna xwe a nava civatê de, hene. Deqa mala Mistefê Evdî yê ku sermila mêran de yekpar di eniya jinan de jî nîvbuyin. Dîsa têgehek çandî û folklorik bû. Domandina xwenaskirina malbatê, nivş bi nivş beramberî dinyakî ye.
Leqat li alî teknîk de pir serkeftîye. Vegotinek têr û tije. Her heyam bi dilê xwe qal kiriye. Ziman dibe amûrek pêşk û di vegotin re bûye rih û can. Çîrok di serî de bi şayesandinê xwaş bi kêfa dilê xwe dimeşe. Piştre giranî dide bûyeran. Kevan di nava kevana de vedibe, vedibe.... Lê livo livo bi awayek profesonel tê girtin. Li gorî bûyer û hêyamê vegotiner diguhere. Her bûyerê, xwîner bi nêrîna yekem raste rast ser hûrdibe. Kêfa min pir bi şêwazê hat.Wek dika şanoye hatiye honandin. Niviskar tene roniyê dide cihekî . Xwiner tene ew cihê ronîkirî dibîne. Wexta ronî cîh duguhere. Xwener dîna xwe diguherîne. Buyeren mayin hatine jiyin heman deme de.
A romanê de herî bala min kişand û kêfa min jêre hat dewlemendiya zimên bû. Peyv, hevok, honandin wusa xurt û zelal bû. Mirov digot bila qet neqede.