Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Memê Alan

Roger Lescot
Destana Memê Alan ... Memî got: "Zînê tu min nas nakî! Ez Mem im, wergî dîn im Mîna teyrekî serdestan î çeng bi şerab î xebxeb zêr û per zêrîn im! Ez ne Tirk û ne Tacîk im, ez Kurd canpola î serhişk î dilbirîn im! Ez ne hatim ser Kaniya Qestelê nav koma keçikan, xelkê bi xwe bikenînim ... Zînê got: "Memo, dilê min î liyan e Ne dihate xatirê min ko ji devê te bibihîzim van şoran û gotinane Ma tu dixwazî min bitirsînî bi şûrane? Ko tu niha destê xwe bavêjî qeterê guliyane Canê min bidî ber devê lahûrê girane Perçe perçe bikî, bavêjî ber lingê Bozê Rewane Dîsa tu nikarî hêzara min rakî li serûçavane Çima ko va yeka tune di qanûna welatê me Cizîra Botane ... Jêrenot Hêzar: xêlî
Memê Alan
Memê Alan
Memê Alan ... Dawî, Mem çû mala Emer Begî, got: "Xalo, tu were şalê ji vî heywanî ra bînî, çare û dermane." Emer Beg hate wî cihî, vekir derê her heft odane Rabû, kete hundir, destê xwe avête bijiyane Di dest Emer Begî da bû mîna mihiyane Emer begî gazî Memî kir, got: "Xwarzî, were, siwar be bi izna Xudane!" Mem çû, siwar bû
Reklam
Destan
Memê Alan Rojekê, di nava xortan da bû şorê cenawerê behrê û ecêban e Hinekan dianî behsa hûtane Hinekan vedikir şora marane Hinekan digot: "Di behrê da heye hemberê hemî heywanê li rû erdane" Hinekan digot: "Heywanek heye di binê behrê de, di şiklê hespane" Kalekî digot: "Eger ku yê lê be bextê mêrane Rojekê têkeve dest ev cenawerê wekî hespan e Merî lê siwar be, pê qonaxê rojan dibire bi saetane Ne vedixwe avê û ne dixwe êmegê cotane Tim lê siwar bî û li ser piştê peya nebî bi roj û şevane Dare, hikmê wî heye heya şeş mehane" Hinekan digot: "Heye hikmê wî heya salekê û didiyane!"
Memê Alan
Memê Alan
100 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.