Otobus bi rê ket. Çil kes vedigerîyan axa ku hîn jî rehên wan tê de bûn. Ên nexuyayî. Herin kû derê dinê jî wê dirêj bibin li dû wan. Qut nebin. Dirêj bibin.
"Divé dilé mehkûmekî ji pola bûya, ku karîbûya bi salan sax bimana li diné. Ne béhna xwarinén xweş, ne yén jinén bedew, nav cîyén germ, béhna qelûnan, dûyé titûnén zer, dilé wî zîz nekirana."