Em dikarin xwe ji nezanîyê veşon; Bi aqil, zanitî û di nava bilindayîyê de em dikarin bigihijin navoka xwe. Em dikarin azad bin, em dikarin hînî firandinê bibin...
Em dikarin xwe ji nezanîyê veşon; Bi aqil,
zanitî û di nava bilindayîyê de em dikarin
bighîjin navoka xwe. Em dikarin azad bin,
em dikarin hînî firandinê bibin...
Ev hezar sale em li dû serê masîyan dibezin. Bes îro ji bo jîyanê armancek me ya din heye: Hînbûn, azadbûn û himbêzkirina nûjenî yê. Gelî birano, ma ev bêberpirsîyarî ye? Kîjan qaqlîbaz, ji qaqlîbazek kû li dû jîyanek bi wate û bi armanc digere bêtir bi berpirsîyarîye ?..
"Kû em neelimin tiştekî, wê dinya me ya pêş, wek ya miha be. Jiyanek monoton, jiyanek bitixûb û her tim di cîh de; berpirsyarek bêmane, û di giranîya gullê de... hertim wekhev."
Jonathan demek dirêj bêrîya dinya kû jê dihat nekir. Ji ber kû ew dinya, yên ku çavên xwe li ber dilgeşiya jiyanê û yên kû baskên xwe bes ji bo bidestxistina xwarinê diçirpînin bû.