Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Rîsaleya Nexweşan

Bediüzzaman Said Nursî

Rîsaleya Nexweşan Gönderileri

Rîsaleya Nexweşan kitaplarını, Rîsaleya Nexweşan sözleri ve alıntılarını, Rîsaleya Nexweşan yazarlarını, Rîsaleya Nexweşan yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ey nexweşê bêçare! Mereq meke, sebir bike. Nexweşîna te ji bo te ne derd e; belkî bi aweyekî ji awayan derman e. Çimkî 'imir, sermayeyek e, diçe. Ku meyweya wê tune be, weke belaheq diçe. Hem gava 'imir bi rehetî û xefletê be, gelek zû diçe. Îca nexweşîn, wê sermayeya te, bi kar û qezencên mezin meywedar dike. Hem nahêle ku 'imir zû derbas bibe, bi 'imrê te digre, dirêj dike; heta ku meyweyên xwe bide, peyre wan bihêle û biçe. Ha, ev gotina pêşiyan ku li ser zar û zimanan bûye destan, îşaret dike ku 'imir, bi nexweşînê dirêj dibe: "Dema mûsîbetê gelek dirêj e, dema xweşiyê/sefayê zaf kurt dibe."
Sayfa 8
Reklam
Yê ku qederê rexne bike, serê xwe li sindan dixe, dişkîne. Yê ku rehmetê ittiham bike, ji rehmetê mehrûm dibe. Destê şikestî ku ji bo tolhildanê were 'emilandin çawa ku şikestina wî zêde dike, wisa jî, ew mirovê ku girêdayê musibetê ye, bi giliyên îtirazkar û bi mereq pêşwazî bike, musibetê dike du kat.
Sayfa 49 - Zehra yayınları
Ew musibetên ne dînî, di heqîqetê de, musibet nînin. Hinekên wan, şîyariyeke Rehmanî ne. Çawa ku şivan ew pezên ku tecawizî zeviya yekî din dikin kevir diavêje wan, ew pezana ji wî kevirî serwext dibin ku ev yek ji bo karekî bi zirar şîyariyeke, bi memnûnî dizivirin.
Sayfa 48 - Zehra yayınları
1.000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.