Heşê wî li cem Meyro bû. Meyro bûbû nan û ava wî, roj û şeva wî. Dinê hemû li ber çavên wî winda bûbû, bi tenê, Meyro mabû. Xewa şevan jê re heram bûbû. Lê wî nikarîbû deriyê dilê xwe vekira û derde xwe ji kesekî re bigota. Carekê du caran wî xwest qutiya dilê xwe veke, lê zimanê wî negeriya, ji şerm û fediyan xwîdan bi canê wî ket û deng jê nehat.