Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê

Mehmed Uzun

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê Gönderileri

Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê kitaplarını, Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê sözleri ve alıntılarını, Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê yazarlarını, Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Û ez jî dikeniyam;))))
Quling firiya. Ew bi qasî xwe û têra xwe firiya. Û paşê, ew li Evdal zîvirî û xwe li Evdal girt û hate li ser çoga wî venişt... Evdal dikeniya... Gulê dikeniya. Temo dikeniya... Xelk û şenî dikeniya... Herçî em in, ji me re ji hew gotin ma...
Sayfa 149Kitabı okudu
Qulingê ku difiriya, qulingê birîndar û baskşikestî bû...
Sayfa 148Kitabı okudu
Reklam
Ronahî li Evdal vegerîbû, bask li qulingê şîn hatibû.
Sayfa 148Kitabı okudu
Gelî hevalan... bi dinê û alemê bigihînine, ronahîye zora tarîye biriye û şewqê reşahiya şevan bi şûn de xistiye.
Sayfa 148Kitabı okudu
Kesê ku li şîna xwe rûnenê , qedr û qîmetê mirîyên xwe negirê, ne mirov e û ne kurd e.
Sayfa 143Kitabı okudu
Mehrûmo, Evdalo, de destê xwe bavê ber guhê xwe, bistrê û bibêje; royê bigirîne, ewran li hev biqulipîne, baranê bibarîne, agirê li serê malmîratan bibarîne, çiyan li hev bîne û deng û awaz û şîna xwe bi hemû alemê bigihîne.
Sayfa 139Kitabı okudu
Reklam
De ez çi bibêjim Evdalo! Dil bi kulo, ji hundir birîndaro!..
Sayfa 139Kitabı okudu
..dilê xweş her lê bihar e. Xwediyê dilê xweş nemir e û her lê qale qal e.
Sayfa 136Kitabı okudu
Konên me derketine Sîpanê Xelatê, van deran, Evdalê Zeynikê kor e, ew maye li ser firaran, De wayê, li min wayê, Qeda bê li serê te dinyayê, Erê qulingo, erê, li Sîpanê Xelatê diqîrînî, Dil û cigera min tev dihelînî, Xweziya wan salan, wan zemanan, Perwazên te sax bûn, ez jî bi selametî li zozanan, Qulingo de bibêje, biqîrîne, Derdên te zahf in, baskên te şikestî ne, De were, em xwe bidin ber hikmet û qudreta Sîpanê Xelatê, Bila çavên min sax ke, baskên te bicebirîne.
Sayfa 136Kitabı okudu
Qeda li dinê bikeve. Ew birînan nacebirîne, nexweşan sax nake, nexweşiyan ji meydanê ranake, kêfxweşî û dilxweşiyê daîm nake.
Sayfa 135Kitabı okudu
Reklam
Wî xebereke weha xweş nedipa. Ev heft sal bûn ku şevereşekê bi ser wî de hatibû, nan û av le herimîbû, derd û keserê nefes lê çikandibû, xewa şevan lê heram bûbû û ew bi xebereke xweş hesret mabû..
Sayfa 132Kitabı okudu
Hey li min felekê, Te çima li min weha kir? Te teyrê xwe berda, koma refa min belav kir, Te ez kirim qutîkî pole, dev û lêva wî şima kir, Herçî dost bû, te li min melûl kir, Herçî dijmin bû, te li min şa kir, Hey li min felekê, Zozanê Sipanê Xelatê xweş e, li siya darê, Felekê ez şaş kirime, berdaye, geh li jorê, geh li xwarê, Felek xayin e, dewran bêbext e, dikime-nakime, qet nayê li karê, Hey li min felekê...
Sayfa 131Kitabı okudu
Ez dixwazim ku tu bi hilavêtina dilê min bizanibî; bi dû te re, her tiştê xweş, her tevgera geş li min heram e. Kinca fîstanên dezî û hewrêşimî, şehkirina porê bi kezî, kildana çav û berû, xwarina girara bi tawaş û nanê bi xwê, xewa li ser text û eywanan, rabûn û rûniştina nav heval û dostan, govenda dilan û dawetan û mehr zewaca mêran ê li min heram be.
Sayfa 117Kitabı okudu
-Tavbanûye, delale... Bengîno, çelengo... keç û lawe min en siûdreşino... Dilê min dibê, riya siûda we ber bi çiyayê şengalê, cem dosten min ên êzîdiyan e. Ew der asê ye, warê teyrên elo û bazan, direndeyên şêr û pilingan e. Merivên wê derê mêvanperwer û merivên yekane ne. Ew ji dostên xwe re dost, ji dijminê xwe re dijmin, li dijminê dostê xwe dijminên yekta ne. Ew bi sifra xwe dewlemend, bi dile xwe nerm, bi qewlê xwe zexm, bi mêraniya xwe navdar, bi dînê xwe perwer, bi şerê xwe asê ne... Bêyî teyr û rawiran, kes nikare, zû bi zû, xwe bi wan deran bigihîne. Meger ku hinekan xwe bi wan deran gihand, heta ew xwe li ber we nedine kuştin, ew we bi derekî de nahêline...
Sayfa 117Kitabı okudu
1.500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.