Rojên Almanyayê kitaplarını, Rojên Almanyayê sözleri ve alıntılarını, Rojên Almanyayê yazarlarını, Rojên Almanyayê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Xwarinek ne bi kêmî du-sê hezaran tê xwarin. Rewş xerab e, bêperetî rû daye. Meaşê bavê min nayê standin. Yekane meaş jî ew bû.
Ev çend roj in em bi marmelat û nanê reş debera xwe dikin...
Nevîyê Mîr Bedirxan Beg; Celadet Alî Bedirxan wek bîranîneke rewş û hest û ramanên xwe nivîsiye. Pirtûk li ser demên surgunkirina wî û birayê wî Kamran pê nivîsa wî radiweste.
Rojên AlmanyayêCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201511 okunma
În, 17 Tebax 1923
Di van rojên dawî de dolar derket heta 6 000 000 markî. Buha bûna heyatê ecêb e. Lîtreyek bîra îro 175 000 e. Rewşa me jî gelekî xerab e. Ji bê cixarebûnê îmana min derketiye. Bi panzdeh cixareyên ko Kamran sê roj berê da bû min îdare-î maslahat dikim. Îro min di quncek selikê de, piçek tûtina qelûnê dît. Min ew vexwar. Hema bêje xwarina min bi seleta sebze û patatan sînordar e. Cixare û çend qurt alkol hebûya, min ê bi nanê hişk kefaf-i nefs bikira. Dixwazim heta ji ser hişê xwe herim, pir serxweş bibim. Bi taybetî hinek mektûbên ko ji Stembolê ji min re tên, min perîşan dike. Di aliyê rûhî de ewqas perîşan im ko qet nayê tesewir kirin.
Wê rojê bavê min malikek holê nivîsî bû.
"Mahkûm-ı zevâl etti bizi koydu bu hâle
Dehrîn bu kadar çilesi gelmezdi hayale”