De lo lo Siyabendo, Sîpanê Xelatê bişewtê bi neqeb û gelî ne,
Cinazê Qedê û heft bira li Textê Hesengolê bê xwedî ne,
Mi digo qey Xwedê mirazê min û Siyabend wê biqedîne,
Mi bi qurbano, dara benûştokê qey ji bo mirazê me danîne.
Xeca xêrnedî wez iiim...
Ew insanên ku ji edebiyat û dîroka xwe dûrbin û ji wan re biyanî bin, ew tu car nabin milet. Lewra qaîdeyên miletbûnê yek jî xwedî dîrok û edebiyat e. Eger em bixwazin bibin miletekî serbixwe divê em dîrok û edebiyata xwe baş bizanin.
Xwendina "Destana Siyabend û Xecê" ji her Kurdekî re ferz e. Gelek destan hene wek Siyabend û Xecê. Wek Bedîuzeman Seîdê Kurdî gotî " Xwendin, xwendin, xwendin"....