Her gav li ser te dilxwîn im
Sorgul tu wî bilbil ez im
Ji bo te ez har û dîn im
Yaram tu wî bi dil ez im
Bi kud’ herî li dûv te me
Bi hesreta bejna te me
Ev çend sal e l’ benda te me
1
Bi salixê salixdaran, wextekî, xencerek ketibû qedera jinekê. Navê jinikê Binevşî, Narîn, nazik, mîna kulîlka devê çêm. Roj hat, dil ji hêlûnê rabû, bi firê ket. Bi firê ket çû li ser dirriyekî danî. Dirrî, koka xwe berdabû dil û hinavê Cembelî. Cembeli birîndar bû. (Xençer di qederê de ma. Ma… Ma… Ma û zeng girt, dem bihurî,
Şa’ir digo: Heçheçk, li wir moriyan dijumêrin. Gîsinê dengê zengilekî li newalê dikeve.
Mê, kirasê nêr li xwe dike. Jin, wan guliyên kûvî kedî dikin li sermilan.
Stêrka gayê elegezê, siha kadiz didize! Simbil, di aş de şîn dibe. Ba, xaliya tirban bejîng dike.
Sîh, dibe sêra bejnê. Yek, li wir kirasê mijê li xwe dike. Li ser kirasan, nemûşê Filistanan.
Payîz, li esmîn, keziya hespê xayîkuj vedihûne. Sor, li warê gevez datîne.
<i>esirek, di tirba rîs de razabû</i>
1
Ew şev kurr hate malê. Bi dizîkava, ji xerîbiyê… Hat, kete paşika jina xwe.
Diya wî radizê. Li ber renaya tavehîvê, Ew û Jinik ketin xewa dilê
şirîn.
Kur razabû di paşika jina xwe de.
Bûk, bibû pêçeka Memê. Mê, bû barê nêr; nêr, bû şîr û dergûşa mê!
Dê radiza. Xewa xwînê ketibû çevê wê. Serê wê li ser belgiyê pepûkê…
Li ser belgiye wê,
1
xemên şêh… û
belgên çûrr li ser kirasê payîzê. û
kilên kujer, li çevên neyaran…
( kilên li awirê kujer, li dora çevên neyaran…) û
porşêrtîn in zarrên li ber sungiyan. û
li çevan, kilên xemên şêh…
(li dora çevan, (xeta) kil, rêya kadiz…
li dora çevan, kilên şêh… kilên xemê, xemên şêh…)
qeda payîzeke şêh li me hat. nifirên şêh li pey me bûn.
1
derî vedibe ji xemê re. di fela fîncanekî de hespek tê barkirin. tê barkirin bi xema jin û mêrekî.
simbêla mêrekî, keziyên jinekî li hespê dikin. li ber konekî,
li ba konekî…
ji pişta çiyayê Şengalê, li deşta Herrana pîr… hespek tê barkirin. di terkiyeke hespê de simbêla mêrekî,
di terkiya din de keziyên jinekî... (bar, li esmîn rast dibe!)
2
( /keriyek hêsir diherikin ji guhera kilan, ber bi şeva sûretan. çavên mayîyan dibin nelên bin pîyên hespan.
ji siyarekî re vedibe derîyê fîncana li destê jina Êzdî. singê siyar bûye sinîya fîncanê.
/nexşê hespekî pêşikestî li ser fîncanê…/
cotek kezîyên birî dibin gemê hespê. kolemişkek dibe gora siyar.
cotek kezî dibin gemê hespê.
singê sîyar dibe sinî ji fincana xemê re./ )
3
-erê dilo! tu bibî hibra vê çirokê! amîn! ku tu fîncana vê xemê yî.-
/fîncanê, remla xemê danî./
Edûl bû, kezîkurra konê danzde stûnî bû.
xemrês bû, xemkêş bû. kirasê gula sor,
birîna siyarê êla jor bû. li ser zimanê min gotina har,
li ser zimanê min, dergûşa zarr bû.
di fîncana qehwê de firek jehr bû.