"dema ku qazî mihemed birin ser kursiya sêdarê, destmalek anîn ku pê çavên wî girêdin. lê qazî nehişt û got: 'xayînno! ez li hember millet û welatê xwe şermezar ninim ku hun çaven min girêdin ... ez dixwazim di vê deqîqeya dawîna jiyana xwe de bi serbilindî li asoya berbeyanî ya welate xwe yê xoşewist, xweşik û dilgir binêrim ku çawan pêsîra tarîtiyê diçirîne. ez kurê wefadarê milletê xwe bûm û nika jî weha me. bijî milletê kurd! bijî rizgariya kurdistanê!' "