• Ji aliyekî ve, ji perwerdekirina gelê kurd direvin û dihelin ev eşir hemû sûcên kirêt bikin; ji aliyekî din ve jî, vê ji bo “resimkirina hemû kurdan wek hov bi kar tînîn.
• Di nameya jor de, Şêx îdia dike hikumeten osmanî û îranî bi za- nebûn rê li ber perwerdeya ev eşîrên kurdan digrin. Angast dike ev komên kurd di “halê hov” de dihêle ku ev her du hikumet siya- seta xwe li Kurdistanê bikaribin bidomînin.
• Şêx dewletê tenê wek saziyeke ku dikare nizam û ewlehiyê ava bike nabîne, lê wek aktoreke avakar a şaristanî an moderbûně jî dibîne. Li gor wî, yek girîngtirîn rolên ku dewlet dikare bilize perwerdekirina xelkê ye.
• Di sedsala 19emîn de, ev fikra jirêderketina misilmanan ji riya rast yek ji awayê ravekirinên sereke ya serdestiya leşkeri, teknîk û zanistî ya Ewropayê li ser cîhana misilmanan bû.
• Li gor Şêx, Kurdistan navenda ilmê bû û li cîhanê bala hemû kesên li dû zanînê digerin dikişand. Bazara ilmê li Tirkiyeyê xira bûbû û hema bêje alim li ber winda- bûnê bûn. Ewçax şagirten ilmê ku li ciyên ji navende dûr dixe- bitîn, li ser axa kurdan vir de wê de hatin Tirkiyê û dest pê kirin forseke mezin bidin xwe. Ez, nivîskarê naçizane yên van rêzikan, wek şagirtekî li ser riya nîqaş û xebatê ji aliyê hin mirovên şareza hatim handan ku ilmê heqîqetê tiştan bi dest bixim, çawa ku Pla- ton ji aliyê Sokrates hatibû handan (1957: 26)