Li gorî çavkaniyan ê ku herî pêşî di berhema xwe de behsa destana Yûsif û Zuleyxa dike, Eli Herîrî ye. Herîrî, di çarineke xwe de dilbera xwe ji Zuleyxayê xweşiktir û balatir dibine, her wiha di heman çarînê de behsa Leyla û "Mem û Zin"ê jî dike. Ew çarîna Herîrî bi vî rengî ye:
Tu çêtir bûy ji Leylayê
Şirintir bûy ji Zuleyxayê
Mem û Zîn her du yek tayê
Siya zulfê kirim tala³