Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Hesenê Metê

Hesenê MetêLabîrenta Cinan yazarı
Yazar
Çevirmen
8.2/10
131 Kişi
462
Okunma
99
Beğeni
5,2bin
Görüntülenme

Hesenê Metê Yorumları ve İncelemeleri

Hesenê Metê yorumları ve incelemelerini, Hesenê Metê kitabı hakkındaki okur görüşlerini , Hesenê Metê puanlarını 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
128 syf.
·
Puan vermedi
ERÊ BİXWÎNİN!!! DİNYA XİRA NABE HA!!!
---ev pirtûk ji 9 çîrokan ava dibe. Nivîskar Hesenê Metê ye. Hêja sax e. Li Swêdê dijî. Yê lêkolîna vê pirtûkê gelek dirêj be, ji ber wê ez naxwazim zêdetir dirêj bikim. Ye ku jîyana wî dixwaze bi berfirehî hîn bive bila li ser jîyana wî lêkolîn bike. Ezê pêşî çîrok bi çîrok analîz bikim û paşîyê ez ê bi tevahî li ser pirtûkê analîz bikim.
Epîlog
EpîlogHesenê Metê · Avesta Yayınları · 20032 okunma
160 syf.
·
Puan vermedi
Lêkolîna Pirtûka Labîrenta Cinan
Nivîskarê pirtûkê Hesenê Metê di sala 1957' an de li Ergani'yê ji dayîk bûye. Û demekî dirêje ku li Swêd'ê dijî. Pirtûka wî bi navê Labîrenta Cinan jî di sala 1994' an de çap bûye. Pirtûk bi mamosteyê Kevanot û kevanîya wî Nergis ku diyarkirina mamostetîya wî li gundekî bi navê Gundê Dîna dertê dest pê dike. Li ser navê vî gundî jî gelek difikire Mamoste Kevanot. Û gava dighîjê vî gundê hanê bala xu dide gundîyan û zarokên wa û tedigîhîje ku, vî navî bi niheqî li wa kirine û bi hêvîyên mezin dest bi mamostetîya xu dike. Ji xu re difikire ku ê jîne ka wî gelek xweş li vî gundî ê berdewam bike. Lê hinek xeletî û çewtîyê zarokan di dersxaneyê de dibîne. Ji ber wan xeletîyê zarokan dikevê tekoşîne bı zarok û bi malbata zarokan re. Îcar di vê tekoşînê de mamoste xeletîyên wa gundîya rast kirîye an jî mamoste jî bûye yekî ji wan, gava ku we pirtûkê xwend, hûnê hîn bivin. :) Di pirtûkê de gelek navên cûda derbas dibin weka Gebran, Kevanot(qehremanê pirtûkê), Feqî Dimso, Sofî Dîno, Koko, Bodê...... Van navê cûda ji werê ê çawa were ez nizanim, lê ji min re gelek xweş hat. Û çîroka van navên cûda ku her yekî xwedîyê malbetekîne heye. Xwendevanên ku ji Cina ditirsin, dibe ku pirtûkê bixwînin jî li wa bandor bike, lê behsa bûyerên zêde ku xwendevan bitirse nake. Zimanê pirtûkê hêsane, xweş tê xwendin, xwendevanan dide meraqê.Bi min, pirtûkeke serkeftî bû. Pêşnîyarî dikim. Ezê di şîroveyê de hin peyvên ku di pirtûkê de derbas dibin tên çi wateyî binivîsînim. Bimînin di xweşîyêde
Labirenta Cinan
Labirenta CinanHesenê Metê · Peywend Yayınları · 201962 okunma
Reklam
195 syf.
·
Puan vermedi
Silav hevalno. Min bi deng lêkolîna vê pirtûka hêja kir, Wextê min ne wî qasî geleke ji bo wê. û ji ber ku em hevalên vê derê hinekî civat bigirin , We bivê bi deng we bivê nivîs. Keremkin guhdarên hêja voca.ro/1c1NDak4Amu7
PIRTÛKHEZ
PIRTÛKHEZ
û youtu.be/Yy2DChdJWBU Lêkolîna Heval
Miheme
Miheme
#120463207
Labîrenta Cinan
Labîrenta CinanHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200062 okunma
152 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
"Ku Xwda hebe, ez dizanim ku ez ê buhuşteki wenda bikim. Lê ku Xwda tune be wê çaxê ez ê tenê jiyanekî wenda bikim" (r. 128)Ev hevoka di pexşana Hesenê Metê a bi navê Gotinên Gunehkar de derbas dibe, merî dikare bêje kurt û Kurmancî  ya vê pexşanê ye.    Nivîskarê kone Hesenê Metê ku di sala 1957a li Erxenî' ya Amedê çêbûye. Ev 30
Gotinên Gunehkar
Gotinên GunehkarHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200742 okunma
80 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
KEVIRÊN ME SER KEVIRAN NEMAYE
Niviskarê destemel Hesenê Metê pexşana xwe a bi navê Tofan . Honandinek fantastik, bê xircir bi zimanekî zelal, ew qas lihevhatî vegotiye. Cawa ku cîrokbêjekî hosta cimeetê re vedibêje. Û xwêner jî wê/î guhdarî dike Bi teknika nûvenivisê ve. Keseyetê çiroka Ehmdê Xanî a Mem û Zîn ê. Beko ye Ewan kar aniye.Ber ku çîrok li Cizîra Botann derbas dibe. Taybetiyên Cizira Botan livo livo bir tine. Lê bi awayekî zêde nepenî. Yanê ew keseyetê navê wan derbas dibe. Dibe xwêner kêm zêde wan keseyetiya nas jî dikin. Lê divê ew kesayetên çirokê bi taybetiyên xwe ve bihatana eşkerekirin. Yanê ji bo xwêner van kesan nasbike neçar dimîne berê xwe dide çavkaniyên din. Ka ew kes kîne. Niviskar Xeynî rexna olî( #199131018) rexneyê civatê u hezên siyasi dike. Û bersiva "Ew dilsoziya xurt a olî çawa me têk dibe?"dide . Li gorî nivîskar rewşa welat ew qas xereriyê de ye. Bekoyê Ewan bo rewşa welat berxwe dikeve. Keseran dikşîne Û ser welat de digerine (#198707599). Niviskar li wir nasekine û. Ser de zêdeke çawa ku Bekoyê Ewan xwe mikur bê (#198863734) Xwe guneha daweşandina Bekoyê Ewan (#198865755) asta rexneyan derdixe arşê esmanan .Xwîner hij miraz e rexneyên wê ê nazenîn dixwîne. Axir axir Niviskar hest ditîn û ramanên (#198867922) xwe radestî xwêneran dike...
Tofan
TofanHesenê Metê · Peywend Yayınları · 042 okunma
129 syf.
·
Puan vermedi
·
10 günde okudu
Lehengê çîroka me Behram, Behram ê Kawaşî xwendekarê fakulteya îlmê îlahî û li zaninge bajarê E yê xwendekar e. Xwediyê xêniyê Behram Lûlûxan Behram dawetî gundê xwe dike. Dawiya heftiyekê Behram diçe gundê Argonê dibe mêvanê Lûlûxan û malbata wî. Lûlû Xan li gundê Argonê bi jina xwe Geştîna û herdu zarokên xwe yên cêwî Nagîna û Aryan re dimîne.
Gotinên Gunehkar
Gotinên GunehkarHesenê Metê · Peywend · 015 okunma
Reklam
96 syf.
8/10 puan verdi
Hesenê Metê nivîskarekî pir hêja ye di edebiyata Kurdî de. Zimanekî gelek hêsan bi kar tîne û ji bona wê xwendina pirtûkên wî mirov navestîne. Ev pirtûk jî ji wek pirtûkên wî ên din bi hêsanî tê xwendin. Pirtûk ji 13 çîrokên pêk hatiye. Çîrok li ser rewşa mêr û jinan, li ser dûrbûna welat, li ser pênaberî û li ser serpêhatiyan û hwd.sekinîye. Hêviya min ji kitêbê zêdebû lê mixabin ji xeynî sê û çar çîrakan zêdetir bala min nekişand. Bi hîskirina min hinekî bi lez hatiye nivîsîn ev pirtûk. Lê zimanekî pir şirîn û zelal bi kar aniye. Tama Labîrenta Cinan û ya Gotinên Gunehkar hêj di hişê min de ye. Ji bo keda Hesenê Metê spasdar im.
Kitêba Salê
Kitêba SalêHesenê Metê · Avesta Yayınları · 202024 okunma
96 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Pirtuka ji çîrokan hev tê. Çîrok tiştên hatî jiyîn, bihtir serhatîyên xwe yên Ewrrupayê nivsîye û her yek li nava xwede xwey wate û peyamekê ye. Pirtûka yekemîn a Hesenê Metê min xwend, min zimanê wÎ yê li ser Kurdî ya moderîst eciband û peyvên wî yên xwerû û serbixwe gelek baş dît. Pêşniyar dikim û baawerim ku paşêrojê de ezê bihtir Hesenê Metê bixwînim. Û her wek carên din: Xwendin Xwendin Xwendin Serkeftin.....
Pêsîrên Dayê
Pêsîrên DayêHesenê Metê · Peyvvend Yayınları · 201429 okunma
74 syf.
8/10 puan verdi
·
22 günde okudu
Te go erê?
Hemû çîrok bi hevdîtina dawî ya Bilindê Zaxoyî ya ku dixwest ji êşa evînê bimire, bi Xwedê re dest pê kir. Dema ku hûn dixwazin bimirin bi her tiştê we re li jiyanê bisekinin. Gava zengila dêrê lêdixin, ew bîskekê dev ji mirinê berdide û evîna jiyana xwe di mala xwedayê ku jê bawer nake, dibîne. Zaxo her tiştî wek xewnekê dibîne û ditirse ku ji xewnê şiyar bibe. Dibe ku xeletiya wî ya herî mezin; Ew her tim di tirsa ku heman tişt were serê wî ji ber ku hezkirineke mezin ji dotmama xwe re li pişt wî hebû, dijiya.. Zimanek nerm, şêwazek herikbar û çîrokek pir xweş.
Li Dêrê
Li DêrêHesenê Metê · Peywend Yayınları · 201527 okunma
152 syf.
·
Puan vermedi
·
13 günde okudu
Nirxandineke gelek kûr dixwaze. Ez ê ji ku dest pê bikim nizanim wisa dixuyê ku ez ê bi tu awayî xwe nexim şirîk:) him erênî him jî neyênî. Lê çawa gotî, xwedê dizane. Bo xwîner zanîn yan jî zanîna we ji bo gunehkarî qet ne girîng e. Pêşî bi xwe re şer dike paşê jî bi hebûnan re şer dike. Kî jî li ser bikeve yê ku têk biçe ew ê be. Kurtasî; destpêka pirtûkê ji min re pir nexweş hat lê dawîyê wê min ji min bir, min nexweş kir. Ez hîn difikirim gelo ev çi pirtûk bû, min çi xwend, behram kî ye û hwd... lê teqes ez ê xwe ronî bikim. Min jî soz da:)
Gotinên Gunehkar
Gotinên GunehkarHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200742 okunma
29 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.