Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Konê Reş

Beriya Mêrdînê yazarı
Yazar
8.3/10
3 Kişi
7
Okunma
4
Beğeni
690
Görüntülenme

Hakkında

Nivîskar û helbestvanekî Kurd e. Navê wî Selmanê Osmanê Evdo ye. Sala 1953 an li gundê Doda, nêzîkî Qamişlo çêbûye. Di malbateke Kurdperwer, zimanhez û rewşenbîr de mezin bûye. Ji mêj ve hez ziman, folklor û toreya gelê xwe kiriye û wiha gelek berhem û gotarên wî di kovar û rojnameyên Kurdî yên mehane û rojane de hatine weşandin û gelek pirtûkên wî hatine çapkirin û bi serketin di her çar perçeyên Kurdistanê de hatiye naskirin. Sîh salên dawî de li Binxetê bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Hê jî bi kar û barên xwe nivîsandina bi zimanê Kurdî berdewame.
Tam adı:
Selmanê Osmanê Evdo
Unvan:
Kürt yazar ve şair.
Doğum:
1953

Okurlar

4 okur beğendi.
7 okur okudu.
1 okur okuyor.
1 okur okuyacak.
Reklam

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
"Xwedê xera bike mala Fransaye, xet anî van dera ye, ji hev kir destê aşiq û maşûqa ye. Xwedê xera bike mala Fransaye, xeta sînor di nav dil de radaye, destê bira ji bira qetya ye. Xwedê xera bike mala Fransaye, bi kotekî xeta sinor badaye, ji hev kir destê mirîdê bavê Masûm û Zekiya ji şêxé wa ye. Xwedê xera bike mala Fransaye, xeta tirênê bûye bela ye, kurmanc ji hev kirine cuda ye..."
Dibêjin carekė li gundê Girsor, di oda Evdîkê Xelo de bi hinguliskê, li ser çewalek gûz lîstine û Seydayê Cegerxwîn jî di nav wan de bûye. Piştî ku rexek bi serketiye, zoriya rexê din biriye, ji Cegerxwîn xwestine ku ew gûzan li wan belav bike. Cegerxwîn ji wan re gotiye; ez wek Xwedê belav bikim an wek xwe? Lê vegerandine; wek Xwedê! Dibêjin; Cegerxwîn bi rêza zilama ketiye, yê hina du lib kiriye dawa wî, yê hinan çar kulim, yê hinan kulmek, di ser hinan re derbas bûye û nedaye wan, yên hinan din çar lib û wiha. Dibêjin, dema ku Cegerxwîn wiha belav kiriye, yên kêm par qebûl nekirine, dengê xwe bikindkirine, lê rabûne û gotine; seyda! Ev çi ye?! Em wilo qebûl nakin?! Seyda li wan vegerandiye û gotiye: Law! Mane min ji we re got, ez wek xwe belav bikim an wek Xwedê, we got wek Xwedê. Xwedê dide hinan û nade hinan...
Reklam
Bûka çavan: Gelek caran pizikek biçûk bi navê "bûk" di çavê hinan de derdiket, çareserkirina wê; divîbû ku jinekê kurapê xwe kiribe û di roja çarşemê de, sê biskên porê xwe di ser bûka çavê yê nesax re bibe û bîne.
Ne hewceyê bijîşk e :)
Min jê dipirsî, yadê çilo tu zanî? Digot: kurê min jina ducanî ku gelek caran destê xwe bavêje birihên xwe, rast bike, zikê wê ber bi jêr ve be û meşa wê giran be, keç di zikê wê de ye. Û jina ku bi ducanî be û gelek caran destê xwe bavêje temberiya xwe, porê xwe rast bike û meşa wê sivik be, barê wê kur ê.
Jîn
Carcaran zilamên gund ji hev re digotin; gotina jinê bi serê mêr de diçe wek ku çawa kêr bi seriyê penîr de diçe.Û digotin; jin stûna malê ye.
Nizanim çima min sare Gelo, ev çi demsale ? Heger zivistan ba; Wê berf û baran bibariya Li ser van car û zinaran. Ku buhar ba ; Wê hilm û bîna Kulîlkên nû pişkivî bihata Ji van daran. Ku payîz ba ; Wê dengê qaz û qulingên mişextî Bihata ji esmana. Xuyaye dem havîne Belê, çima roka vê havînê Tînê nade ?! Gelo ! Birîna min xedare Ew re nade, An kul û derd, di ser min re Bûne sîber û talde ?! |
Konê Reş
Konê Reş
🌾
Va çar sal derbas bûn Û hêjî bayê evînê dilê min Derbas nekir. Dil dergehê xwe Ji evîna tu kesî re Venekir Gelekan ji dergehê dil dan Hewil dan ku dil Derê xwe ji wan re veke Lê dil xwe kerokekir... Gelekan xwe şêrînkirin Gotin û şorên evîndariyê Bi ser min de werkirin Dîsa dil li wan ne vegerand Û xwe lalokekir... ... |
Konê Reş
Konê Reş
🍂
Reklam
JIYAN
Jiyan straneke Her kes Guhdariyê lê dike Hin bi kêfxweşî û dilşadî Hin bêdil û dudilî û Hin bi gazin û (lome) Kengî ev stran Bi dawê bê Jiyana mirov Konê xwe bardike Vêca tu bi kêfa xweyî Te divê bi dilşadî Te divê bê dil ..û Te divê Bi gazin û girî Guhdariya vê stranê Bike Dawî tev ji kîsê te Diçe.
Konê Reş
Konê Reş

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok