min hevalek heye dişibe qumriyan
hem azad e hem girtî
hem paqij e hem qirêjî
gava bi qevda piyaleyê digre
dibêje ez ji çi ra me, ez çi me
min şer nekir li Kobanî
di guhê min da hil nebû dengê Peymanê
paşî radibe û xweliyê hemêz dike
agir diçe ji hingivê şevê
sitar e di nivişta şêxekî kotî da
ez kirim pûnga li bajêr
li ber kelebestên sedsalê
Gulan rojek e li baxçeyê min
tazî ye mîna siya Payîzê
gava diçûrise mij li dor dengê wê
şareza me wek kundê bestê
ti kes li çavên min nanêre
li pêçiyên min napirse
diheje heyvek li
nîvê çalê
ti kesî ez şa nekirim
gava dişewitîm di
landika şînê da
li derve li derve li derve me