Dilê min ê çar parçe
bi paletan didin ser,
diperçiqînin her roj
mijangên min ji xwe re dikin rê,
lêdidin diçin
cendekên serjêkirî yên birayên min
kela giriyê min ê feqîr radike
lê ji xwe re dikim eks,
xwe digirim ji bo negirîm
ji xwe heta mirinê bigirîm jî,
êşa min sivik nabe