Ev duyemîn romana Rênas Jiyan e ku min xwend. A ewil "Kavirên Anarşîst" bû. Rênas di herdu pirtûkan de heman şêweyên vegotinê û honandinê bikar tîne: di pirtûkê de çend bûyerên ku di serî de ji hevdu cuda xuya dikin hene. Lê di dawiyê de hemû bûyer bi a sereke ve tên girêdan û hemû têkilîyên di navbera wan de zelal dibin. Ev rêbaz, hêmana mereqê heta dawiya pirtûkê zindî dihêle. Lewma ez qet jê aciz nebûm, min herdu pirtûk jî di demeke kin de qedandin.
Zimanê pirtûkê herikbar û helbestkî ye. Nivîskar, dikare bi çend hevokên kurt û zelal gelek hestên kûr vebêje.
Ez ji xeynî şiroveyên li ser şêweyê û ziman naxwazim di derbarê naverokê de biaxivim ji bo "spoiler"an nedim xwendevanan. Lê dikarim bibêjim hemû mijar têkildarî êşên civaka Kurd e. Kuştiyên kiryarê wan nediyar (dewlet) , zimanê qedexe, cangoriyên azadiyê...
Di pirtûkê de sê çîrokên cuda hene ku mîna çemên ber bi behrekî ve diherikin, di dawiya pirtûkê de digihêjin çîroka sereke. Şêweya vegotina çîrokan ji hev cuda ye: yek jî çavên leheng tê vegotin, yek bi nêrîneke xwedayî û yek jî wek ku ji leheng re bê gotin, tê vegotin. Bi vî awayî honandina pirtûkê herikbar dibe û kêfa xwendinê zêdetir dibe.
Mijar, têkilîyên serdest û bindestan e; di jiyana kar de, di jiyana malbatê de...
" Ji aliyê du kesayetên ku di dîroka siyasî û çandî ya kurdî ya sedsala 20. de roleke pir girîng lîstine Celadet û Kamîran Bedirxan ve pirtûkê hê bêtir balkêş dike. " dermanê çivîk e ku ji bo berjewendiya hinek Tirkiyeyê hatiye çêkirin. Lê çivîka ku di devê vê birînê de asê maye ji agir e. Ev agir wê birînê bixwin û Tirkiya bihesibîne ku zindî ye û xeteriya mirinê heye.