"Rojekê dema ku li benda pizîşk bûm, nexweşekî bi heman nexweşîyê, got ku dermanê dawî xwekuştin e."
"Rewşa te ew qas xerab bû?"
"Dema ku girî têra mirov neke, mirov serê xwe li dîwa- ran dixe."
"Wexta ez ji dûranî ve dinihêrîm, ez jî heman tiştî dibînim. Lê dema ez nêzîk dibim, neqşên ser xalîçeyê winda dibin û sîya giran a arîstokrasîyê hîs dikim."
Ez mîna stêrkeké bûm ku di nava kûrahîya fezayê de di gerîneka reşequlikekê de digerîya û dûre di navenda wê de winda dibû. Tu tişt nikarîbû ji vekêşa wê tarîyê rizgar bibûya, heta ronahîyê jî nikarîbû. Bi tenê dengên ji der ve aciz dikirin. Teqereqa erebeya dîzel, barebara serxweşên bajêr.