Sebahul xeyr xana min,
Şehî şîrîn zebana min
Tuyî ruh û rewana min,
Bibit qurban te canê min
Te alellah çihzatî tu
Çih wî şîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu
Yeqîn ruh û heyatî tu
Heyat û reheta can im"
Sebahul xeyr ya xanim!"
Were bînahiya çavan
Bibînîm bejn û balayê