Li vî welatî hêz, desthilatdar û serdest e. Hez di bin lingên hêzê de diper-çiqe, ken di bin destên girî de dievçiqe, şadî di bin awirên zilmê de digerviçe... Yanî li vî welatî aşê xurtan digere
Hûn dizanin çima mêr, pîr nabin lê kal dibin, tehl dibin? Lewre bihêz in; lê hêz jehra mêran e. Ya jinan ma wilo ye? Jin, pîrek in; pîr û pîrek, pîroz in.
Xweziya ev dar û ber, ev teht û lat, ev gelî û newal, ev çiya û neqeb jî tilisimandî bûna û ew jî weke min bi zar û ziman bûna; we yê hingê bidîta bê her yek ji wan bûye çav-dêrê çend hovîtiyên mirovan.