Bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigerenda, di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de,
min devê te bikira zîndana zimanê xwe
lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
ez hêmayeke heyama hewaran,
di herban de nîşangeha riman
serî gog, çav xar, zikçirîyayî
fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî!..