Bêdena wî ya spî û spî
Wekî şirê spî,
Behna xwe ya beybûnî belav dikîr cegeramin
Min dîheland
Min perişan dikir...
Ceger diteqiya,
Dî mêrga odeyê de
Mehîna mın heyfa rojen tenê
Heyfa rojên bêkes distand
Kulîlkên qedexe bêhn dikir
Bî ava kaniya min
Tenêtiya xwe dışuşt
Guneh qedeh bî qedeh dihate rijandın
Gunehkarî bêxem bêxem dihate jiyîn
Dî navbera me de
Bi tenê tazîtî û eşq...
Min didît ku
Hevşabûnên dînik
Di bedena wî de
Dibûn helbestên dînik
Min dinivîsand
Wê dixwend...