Xezelek bo birîna li dûrîyê
Bi wê Qur'an ê, bi wê Qur'an ê Ji te pirr hez dikim bi wê Qur'an ê.
Tu sûreyeke ku kêm hatiye fêmkirin ji wê Qur'an ê Ji ber wê, haya kesî ji bedewiya te nebûye bi vê Qur'an ê.
Ji bo tu kes çavên te çavînî nekin bi wê Qur'an ê Devgirêdana li nêrînên xelkê dixim bi ayetên vê Qur'an ê.
Gava ku rûyê te dikeve şevên min bi wê Qur'an ê Radibim navê te radimîsim û li eniya xwe dikim li şûna vê Qur'an ê.
Dibêjin ku tu xurrifî yî û derketîyî ji dînê wê Qur'an ê Ç'bkim dîn û îman tu yî bi vê Qur'an ê.
Halepçe,
Goristana bêkêl
Bedena bêcan
Birîna bêderman
Rondika çavê kurdistan
Halepçe ,
Keça hiroşîma
Gorîya şaristanê û
Bêbextîya mirovahîye
Halepçe, ya kû
Hêza gotinê têrê nakê
Helbest nikarê jana wê rakê
Dil jî tu car ji bîr nakê…
#komkujîyahalepçe