Xezelek bo birîna li dûrîyê
Bi wê Qur'an ê, bi wê Qur'an ê Ji te pirr hez dikim bi wê Qur'an ê.
Tu sûreyeke ku kêm hatiye fêmkirin ji wê Qur'an ê Ji ber wê, haya kesî ji bedewiya te nebûye bi vê Qur'an ê.
Ji bo tu kes çavên te çavînî nekin bi wê Qur'an ê Devgirêdana li nêrînên xelkê dixim bi ayetên vê Qur'an ê.
Gava ku rûyê te dikeve şevên min bi wê Qur'an ê Radibim navê te radimîsim û li eniya xwe dikim li şûna vê Qur'an ê.
Dibêjin ku tu xurrifî yî û derketîyî ji dînê wê Qur'an ê Ç'bkim dîn û îman tu yî bi vê Qur'an ê.
Halepçe,
Goristana bêkêl
Bedena bêcan
Birîna bêderman
Rondika çavê kurdistan
Halepçe ,
Keça hiroşîma
Gorîya şaristanê û
Bêbextîya mirovahîye
Halepçe, ya kû
Hêza gotinê têrê nakê
Helbest nikarê jana wê rakê
Dil jî tu car ji bîr nakê…
#komkujîyahalepçe
li emrîka zarokek
bi hêvîya bibe mezinê dinê
li brezîl bo bibe yarizanek hêja
li frense aktrîs an aktorek navdar
li japonî bo bibe hostayek tiknolojiy
..tê dinê
welhasil
li her welatî hezar dergeh hene
ji bo her zarokî
lê li welatê min kurdistanê
tenê j'bo çekhilgirtinê
zarok tên dinê
ku wek lîlozê sor,
wek soryazê bi tam,
wek dimsa torê tîr,
wek berfa şerefdînê spî,
û bi qasî dîcle û feratê,
ne herikbar be,
tu ziman nikare,
barê te hilgire.
xeynetî bi me nakevê;
hê ku navê me nebûye xayîn
ka, Mishefa Reş bîn
deyne ser çonga axê;
wê pê sond bixwê Qabîl
şahid be Babîl!
Neynowq şahid be!.
rabe Seyîd Riza!
Şêxê Kal rabel..
bi agir destmêj girtiye:
rûniştiye li ber Mishefê;
hema ku roj hilê
sondekê dixwe:
li ser wê axê Qabîl
êdî narijînê xwîna bira…
xiyanetî bi me nakevê
kengî bi bejna me ket?.
ev welata merqed
sonda me bi serê bira…