Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Maria Melekek Bû

Firat Cewerî

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
136 syf.
·
Puan vermedi
Li ser romana Firat Cewerî, Maria Melekek bû
Pirtûk ji du beşan pêk tê. Ev romana Cewerî ji aliyê şêweyê ve gelekî serkeftî ye li gor min. Lewra beşa yekem her çiqasî ji rêzê be jî beşa duyem romanê ji wî şiklî derdixe û dike romaneke ne ji rêzê. Zimanekî gelekî xweş bû. Taybet beşa diduyan bi xwe herikî. Prologa destpêkê digel ku hîn li serî tiştekî pir hindik di derbarê romanê de têbinî dide jî roman tu carî xwe nade dest heta ku diqede. Taybetiyeke vê romanê jî ev bû; bûyera ku di romanê de derbas dibe çiqasî li welatekî biyanî derbas bibe jî herwekî rasterast ji aliyê xwendevan ve hatibe jiyîn. Ango mirov bêhemdê xwe têkilî nav bûyerê dibe û bûyer pir xurt li ber çavê mirov şîn dibe. Ez weke xwînerekî kurdî spasiya xwe ji Firat Cewerî re pêşkeş dikim. Her hebe û her biafirîne. Tiştek din, berî ku ez romanên Firat Cewerî bixwînim pêşderaziyeke mezin bi min re çêbûbû lewra min pirtûka wî ya çîroka "Kevoka spî" xwendibû û ji min re pir pir ji rêzê hatibû. Hîn jî fikrê min li ser wê pirtûkê ne guherîye lê belê li ser Firat Cewerî guherî ya rastî ferqeke weke çiya di nav çîrok û romanên wî de hene. Min sê romanên wî li ser hev xwendin. Ezê yekî bikûjim-Lehî piştî vê rêzeromanê min vê pirtûkê xwend. Di edebiyata kurdî de romanên Firat Cewerî divê teqez bên xwendin.
Maria Melekek Bû
Maria Melekek BûFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201534 okunma
Reklam
136 syf.
9/10 puan verdi
Di nav pirtûkên Firat Cewerî yên min xwendiye (Li mala mîr, derza dilê min, girtî) a min herî pir eciband pirtûka "Maria melekek bû." Heta pelên dawiyê jî ez di nav kelecanekê de mam. Heta rozê îfadeya xwe da her tişt derket holê :)). Karakterê Daniel bi rastî jî bandorek mezin li min kir. Min hin ciyan xwe di dewsa wî de dît. Ma em jî li xwe nagerin? Ez gelekî li ber rewşa Daniel ketim û min çavê xwe zîvirand jiyana xwe. Ez li ser rewşa xwe fikirim. Mirov hîsê lehengên romanê bi xwe dûr nabîne. Firat Cewerî karekî xweş derxistiye.
Maria Melekek Bû
Maria Melekek BûFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201534 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.