ev der dînya ye
hatin û çûyin ne wek hev e
hatîna mirovan êşê bi xwe re tîne
êş qîrîn hêsir hisret koçberi dîlan şîn şayî…
hemû hestên ji bo mirovanin
li ser vê dinyaya bi êş
em ji hev çi dixwazin?
em li çi digerin ku em nikarin bibînin?
ev kîn û hêrsa me ji bo çîye ?
Ger dinya sê roj e, çima em roja çaremîn şer dikin ?
ji min re bêjin çima em ewqas xerab in
Çima em ji xeynî xerabiyê tiştekî din li hev nakin?
bifikirin, bipirsin , bîbinîn , hev fêm bikin
vê yekê bî zanîn ku
Rê dirêj e û riya te hîn neqediyaye
Hûn qet nizanin ka dem dê çi nîşanî we bide
Ev dinya ye, tu tê û tu diçî
jiyan tenê ew e
û bi tu kesî re namîne