21)Rînga me gihîşt kampusê.Di vegerê de rîng destpêkê diçe L-1 ê.Dure L-2 û herî dawiyê tê Y-2 yan.Me xatirê xwe jî hev xwest.Hatina girtîgehê re gardiyana ez xistin şaneya rawestandinê .Di ser ewqas tişt û westandinê re êdî dora sekinandina li şanê yê.Ev jî cureyek îşkenceyek din e.Lê ez van tişta zêde ji xwe re nakim derd.Derdora seat yek,yek û nîvan têm odê .Niha heval jî li benda min in.Deriyê menzelê vebû.Weke min tehmîn kirî heval li benda min bûn,xwarin amede kirine.Heval xêrhatina min dikin,lê çavên min diçin ser xwarinê.Berê xwarinê ji hevalan dipirsim,piştre bersivê didim hevalan.Li ser vê em bi hev re dikenin.Pîştî xwarina firavînê,êdî ez pirsên hevalan bi hêsanî û bi seriyek biêş dibersivînim.Heval jî wekî her roj dipirsim:"Ê heval te îro çi jiya,çend kîlo ji te girtin" û hwd.Bi hevokên nîvco be jî,pirsên hevalan dibersivînim.Di nav axavtinê de dema behsa qijîk-kevok û bêûxiriyê dikim,hevalek dibêje "Na ev pêşdaraziye.Pêşdarazî tasarufeke ji fikirandinê ye". Li ser vê gotinê jî em bi hev re dikenin û şa dibin.Piştî vê sohbetê ez berê xwe didim qata jor.Ji bêhaliyê her kêlî laşê min girantir dibe.Dema serê xwe datînim ser balgiyê cih de dikevim xewa felekê!Heta xwarina êvarê dirazêm.Piştî xwarinê em diaxivin û du re jî konser...Ji ber rojên diyalîzê,ji serê sibê heya êvarê pir kêm diaxivin û têkilî çenabin,ez jî êvarê heyfa wê ji stranan derdixînim.Bi vî awayî eêşa serê xwe jî bîr dikim.Heval jî bi vê rewşê dizanin,ew jî tevlî min dibim û êdî qoroya me ava dibe.
Ya rast rêya Golgota pir zehmet e.Lê weke tê gotin"Tiştê mirov nekûje,mirov bihêz dikin"Mesela min jî ev e.Her çend faşizim pergalek hov be jî û em êşa wê dikêşînin jî,lê ti carî naxwazim bi rûyek çilmisî gav biavêjim odê.Ti tişt û ti zilm nikare eşq û şahiya dilê me biçilmîsîne.Wek Ra