Ev der bêdeng e, ne pêjîn, ne teq req. Doralê me lal û xamûş e. Îcar wext... Jixwe wext li vê derê naherike û tiştên ku wext tînin bîra însen, li gundê me windabûyî ne. Em di nav wextên mirî de dijîn. Yanê wext li vê derê mirî ye. Em jî... leheng û şervanên wexta mirî ne...