Îşev dîsa agirekî bi şewat xwe bera ser dilê min ê nizanî aş bibe da. Rengê te ê dawî mîna bûka baranê di neqeba bîranînên min re wekî lêzbûna şewqê tê û derbas dibe. Û vê kêliyê ez wekî kesekî belengaz û bermayîyê li warên koçeran mayî bê rêgeh mam e. Digerim li şopên te ên windayî, ne şop heye ne jî dengê lêdana dilê min... Ez bûme goristanek tijî hestên mirî, êdî tu dikarî bi hesanî were li ser laşê min yê ku bûye gor bi kêfa xwe kulîlkan biçînîî...