Şîrê dayîkê di bingeh de wekî tê zanîn ne tenê mafê şîr yê ku dide zarok, di efsûnêya wê de ked û fedakariyek bêdem, bê westan û parastinek berfireh e wateya wê. Dema ku dayîkê got "ez şîrê xwe li te helal an jî heram dikim" wê demê mirovî li ser wê zêdetirî raweste.
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Em ê werin li ser derûniya gelê bindest yên netewa Kurd, tiştên ku herî dawî li ber raçava min ket em wekî gel yên ku tenê di nav civakên xwecihî û yên biyanî de hewl didin bibin tiştek mixabin di dawiyê her yek di xembariya rojên çûyî de û metirsiyên dahatûyê de asê mane. Wîsa bêhêvî, xemsarî û têkoşîna xilaskirina rojê çavên me kor, guhên me kerr, zimanên me lal û dilên me qêşa kirine. Divê em rêbazêk wîsa bibînin ku heya nîha ne hatiye ceribandin û ne hatiye kifşkirin. An têkoşîn û hewldayîna me ne mezin bin wê demê em ê zêdetir bibin kewara hingivê jahrî yên dema nîha.
Hebûn û nebûn, destpêk û bingeha her tiştî di van her du gotinan de veşartî ye. Jixwe hemû mirin pêşwext in. Mirov tu carî ji jiyanê têr nabe, tu tişt mirovan têr nake bilî axê. Ax maka zayînê ye, hemû bûnewer ji axê çê dibin û çê dibe lewra di dawiyê de her jîndar vedigerin rastiya xwe. Her kesê ku ev rastî fêhm kir, pejirand, di hişê xwe de bi cîh kir ew êdî mirinê natirse. Rê li her tiştî dibe lê li mirinê nabe ji bo wê zûtir an derengtir wê her were.
Biçin li bin ezmanekî ku roj û şev yek in, li bin ezmanekî ku hemû kes yek in. Kes ji kesî kêm zêde nîn be. Bila kes ne axa be, ne mîr be, ne herema kesî be û ne jî kes ji kesî berpirsiyar be.