Ew hilkişiyan çiyayan,
Zivistan li ser milên wan,
Payîz di çavên wan de.
Laş li erdê tewandin,
Ew ên ku bêdeng ketin,
ji dayikên xwe jî xatir nexwestin
Xwişk û birayên li dû xwe hiştin
Çend kes hatin binçavkirin
Jiyanên neqediyayî li dû xwe hiştin.
Zarokek bê bav mezin bû,
Dayikek li ber derî ,bêdeng li bendê ma.
Ew romana bêdawî niha bi dawî dibe
Çiya bêdeng in, Çek qêrîna dişewitîne
Lê ew he deng vedide,
Dengê wê gava yekem,
wê xatirxwestina dawî...
Dar de dîsa şîn bibin
Kulîlkên azadiyê de disa ve bin,
Hevaltî de disa çêbibin,
Lê… Ewqas xwîn,
Ewqas hêstir
Ewqas keç û xort
Gelo ew hemû deng bê feyde bû
Ev destpêka xiyanetê ye yan
Yan jî xiyanetê li hevalan dikin