Ferat Azad

Ferat Azad
@Ferat25
‏‏‏هه ر کورد بووین و هه ر کورد ئه بین
Arjen Arî
Şaîr im; Qereçiyê pesnê çavên te me.
“Yeterince kitabın var” diyenlere cevabımız hazır.
BIZAN KU MIN YAR TU YÎ
Bizan ku min yar tu yî Dil jê birîndar tu yî Ez kuştim yekcar tu yî Kubkub li min çar tu yî Bi destî hem yar tu yî Pir li min kubar tu yî Ê xezeb sendî ez im Di qeyda benda ez im Xweş-qeda eîla tu yî Cama peyala tu yî Xweş-bejin bala tu yî Delal di mala tu yî Berbextê tala tu yî Nîmetê ala tu yî Ê b’şewqa xala tu yî Daîm dinalî ez im Zar zar dikalî ez im Harot di çalî ez im Dûr ji wî halî ez im Yar di xeyalî ez im (FEQIYÊ TEYRAN)
DIL JI MIN BIR
Şox û şengê zuhre-rengê Dil ji min bir, dil ji min Awirên heybet-pilingê Dil ji min bir, dil ji min (Melayê Cizîrî)
ÇÎROKA KÛÇIKÊN BIRÇÎ bê welat jî mirov dikare bijî mîna kûçikan mîna kûçikên bêxwedî jî dinya welatê min e mirov dikare bêje mîna utopîstan mîna kuçikên utopîst lê dema ku tu di ber kê re derbas bibî pehîna xwe li te bide biçî ku, herkes kûçikê xwe berra te bide him tukes bêxwedîtiya te qebûl neke him jî tukes li te xwedî dernekeve û li seranserî cîhanê hestiyên berateyeke bêxwedî jî tune be ku tu bikojî wê demê belkî xwediyek û welatek ji te re lazim be ji bo ku tu kûçiktiya xwe bijî! (FERÎD XAN)