Pirtûk bi zimanekî serkeftî hatiye nivîsandin. Labîrenta Cinan Labîrentek olî ye ku miletekî di hundirê xwe da dihêre. Sosyolojî o psîkolojiya gundekî bi her awayî li pêşme radixe û li paş me radike.
Helbestkar Berken Berehî hawar û qêrîna takekes, civak û xaka Kurda ye ku digel sitemkariya bindestîyê, ketiye bin nîrê bajarvaniyeke sext û virnî. Û ew, vê rastîyê bi hêmayina henûn û dilgermiyek pak radigihîne helbesthezên Kurdî. Em di helbestên wî de li rastiya jiyanê temaşe dikin û dijîn .
Xewna DawîBerken Bereh · Lis Basın Yayın · 201645 okunma
Pirtûka Hefsar bi hevokên têr û tije jiyanek pûç û vala dide ber çavan. Qederek ber bi koçberî û tunebûnê , ji Bihuşta zozanên Kurdistanê ber bi cehnema Awrûpayê diçe, bi awayekî trajîk dikurisîne ser singa merivan.
"Xwedêyo, ev çi rê bû û ev çi qeder bû te da ber min... ev çi êş bû û ev çi hêviyeke bêhêvî bû te di min gerand! De ka bibêje, min serwext bike bê min çi gunehkarî hebû? Bavê min û Despîna xanima jina xwe ewqas destê xwe ber bi jor, ber bi Cenabê te bilind kirin ku... wan ji dilên xwe yî pak ewqasî xwe avêtin bextê Te ku Tu sî û sitareya xwe li min bikî û min bi tenê nehêlî. Ka bi kêrî çi hat? "
Pirtûka Hesenê Metê merivên ku dixwazin yek di şûna wî da gotinên gunehkar bêje bila bixwîne . Her gotin ne gotin e û her hîs nayê ziman . Ji tirsa an jî ji tiştekî din .