Labîrenta Cinan

Hesenê Metê
Tahmini Okuma Süresi:
5 sa. 32 dk.
Sayfa Sayısı:
195
Basım Tarihi:
Temmuz 2000
Yayınevi:
Avesta Yayınları
ISBN:
9789757112785
Ülke:
Türkiye
Dil:
Kürtçe
Format:
Karton kapak
Türler:
Reklam

Yorumlar ve İncelemeler

Puan vermedi·195 syf.·
2022 5. kitabı
Silav hevalno. Min bi deng lêkolîna vê pirtûka hêja kir, Wextê min ne wî qasî geleke ji bo wê. û ji ber ku em hevalên vê derê hinekî civat bigirin , We bivê bi deng we bivê nivîs. Keremkin guhdarên hêja voca.ro/1c1NDak4Amu7 PIRTÛKHEZ û youtu.be/Yy2DChdJWBU Lêkolîna Heval Miheme #120463207
Kurdî
Labîrenta CinanHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200095 okunma
10/10
·158 syf.··
Beğendi
·
2018 3. kitabı
·
19 günde okudu
·
Okunma: 19 Ekim 2018 15:56
Pirtûk bi zimanekî serkeftî hatiye nivîsandin. Labîrenta Cinan Labîrentek olî ye ku miletekî di hundirê xwe da dihêre. Sosyolojî o psîkolojiya gundekî bi her awayî li pêşme radixe û li paş me radike.
Labîrenta CinanHesenê Metê · Avesta Yayınları · 200095 okunma
3/10
·160 syf.··
Beğendi
·
2026 14. kitabı
Romana Hesenê Metê a bi navê Labîrenta Cinan cara yekem di sala 1994 de çapbuye û 150 rupelî pêk tê. Roman bi çîroka evîna Mamoste Kevanot û Nêrgisa Koçerê destpêdike. Dema berhem diherike xwîner dibîne ku vê çîrokê tu tişt romanê/ çîroka bingehîn zêde nekiriye, hema heye. Mamoste Kevanot bajariye keçika Koçer re dizewice û tê gundekî dibe mamoste. Lê di romanê de em cudahiya van kesan qet nabînin. Heta dema çîroka bingehîn a cinan destpêdike Nêrgisa Koçer hole radibe, tune dibe. Di çapa Peywendê ( 2019) li ser pişta bergê nivisên hin navdaran hene ku qala romanê dikin. Navdara Tirk Pakîze Barişta dibêje " Realizm û surrealizma di Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî yên ku em pê dizanin gelekî cudatir e. Û xwe dispêre cihên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jī dûrtir e, ev surrealizmeke xas e û ya nivîskar bi xwe ye." Lê ev çîrok hemî jî di nava civata Kurdan de hene. Tu şik û guman tuneye haya hemî xwênerên Kurd van gotegotan heye ango ev qinyet di civaka Kurdan de ji xwe heye. Niviskarî ev gotegot berhevkiriye û raxistiye ber xwêneran. Wekî tê zanîn li Kurdistanê wek berê gundên wisa kevneşopî zêde nemane( bo Bakûr dibejim) Ji ber wê zêdetir xwînerên îroyîn nebune şahidê van buyeran lê çawa ku min li jor jî got haya wan ji wan gotegotan heye. Mamoste Kevanot tê gund,gund hemî dînî û cînîne, di serî de agahiyê wî ên sosretbûna gund hene dîsa jî, mamoste qet jê halî nabe şêniyên gund ne asayîne. Tu bê Mamosteyî hemî agahî ji bîr kir û hemî gundiyan vê rewşa xwe veşart, ji ber wê mamoste jê halî nabe. Da ku Gabranê Baço jê re ta bi derzî dike. Ev yek atmosferekî ava nake û xwêner maliq dimine. Bûyerên gotegotên civatê li romanê hatine û têde jî rûniştîne lê hin buyer maliq mane ne li gor hêmana çîrokêne . Ger mêrikî 52 salî keçikeke
Edebîyata Kurdî
Labirenta CinanHesenê Metê · Peywend Yayınları · 201995 okunma
Lêkolîna Pirtûka Labîrenta Cinan
Puan vermedi·160 syf.··
2021 8. kitabı
Nivîskarê pirtûkê Hesenê Metê di sala 1957' an de li Ergani'yê ji dayîk bûye. Û demekî dirêje ku li Swêd'ê dijî. Pirtûka wî bi navê Labîrenta Cinan jî di sala 1994' an de çap bûye. Pirtûk bi mamosteyê Kevanot û kevanîya wî Nergis ku diyarkirina mamostetîya wî li gundekî bi navê Gundê Dîna dertê dest pê dike. Li ser navê vî gundî jî gelek difikire Mamoste Kevanot. Û gava dighîjê vî gundê hanê bala xu dide gundîyan û zarokên wa û tedigîhîje ku, vî navî bi niheqî li wa kirine û bi hêvîyên mezin dest bi mamostetîya xu dike. Ji xu re difikire ku ê jîne ka wî gelek xweş li vî gundî ê berdewam bike. Lê hinek xeletî û çewtîyê zarokan di dersxaneyê de dibîne. Ji ber wan xeletîyê zarokan dikevê tekoşîne bı zarok û bi malbata zarokan re. Îcar di vê tekoşînê de mamoste xeletîyên wa gundîya rast kirîye an jî mamoste jî bûye yekî ji wan, gava ku we pirtûkê xwend, hûnê hîn bivin. :) Di pirtûkê de gelek navên cûda derbas dibin weka Gebran, Kevanot(qehremanê pirtûkê), Feqî Dimso, Sofî Dîno, Koko, Bodê...... Van navê cûda ji werê ê çawa were ez nizanim, lê ji min re gelek xweş hat. Û çîroka van navên cûda ku her yekî xwedîyê malbetekîne heye. Xwendevanên ku ji Cina ditirsin, dibe ku pirtûkê bixwînin jî li wa bandor bike, lê behsa bûyerên zêde ku xwendevan bitirse nake. Zimanê pirtûkê hêsane, xweş tê xwendin, xwendevanan dide meraqê.Bi min, pirtûkeke serkeftî bû. Pêşnîyarî dikim. Ezê di şîroveyê de hin peyvên ku di pirtûkê de derbas dibin tên çi wateyî binivîsînim. Bimînin di xweşîyêde
Kurdî
Labirenta CinanHesenê Metê · Peywend Yayınları · 201995 okunma

Yazar Hakkında

Hesenê MetêYazar · 19 kitap
. 1957, Diyarbakır-Ergani doğumlu. Henüz 11 yaşındayken ayrıldı köyünden. Üç yıl Diyarbakır’da, birkaç yıl da Nusaybin’de, yedi yıl da Tarsus-Mersin’de yaşadı. Birkaç kez tutuklandı ve bir süre hapishanede kaldı. 1980 yılında Türkiye’yi terk etti, üç yıl kadar İran, Irak ve Suriye’de yaşadı. Daha sonra İsveç’e yerleşti, yirmi yıldan beridir bu ülkede yaşıyor. 80’li yıllarda yazmaya başladı. Hikayeleri çeşitli dergi ve gazetelerde yayımlandı. Daha sonra hikayelerini 1991 yılında "Smîrnoff" adlı bir kitapta topladı. Şu ana kadar "Ardû” (geleneksel hikayeler, 1991), "Labîrenta Cinan” [Ecinni Labirenti] (roman, 1994), "Epîlog" (hikayeler, 1998), “Tofan” [Tufan] (roman, 2000) adlı kitapları yayımlandı. Puşkin, Çehov, Dostoyevski ve Göran Tunström’ün birer kitabını Kürtçeye çevirdi. (1957) Ji Erxaniya Diyarbekrê ye, ev bi qasî 20 salan e ku ji wan deran dûr e, li Swêdê dijî. Kitêbên wî yên ku heta niha çap bûne ev in: Smîrnoff (çîrok, 1991), Labîrenta Cinan (novel, 1994), Epîlog (çîrok, 1998), Tofan (novel, 2000). Hin kurteçîrokên gelêrî bi formeke edebî hûnandine û bi navê Ardû (1991) çap kirine. Ji xeynî van kitêban Keça Kapîtan (1988) a Pûşkîn, çend kurteçîrokên Çehov bi navê Mirina Karmend (1989), romana Dostoyevskî Merivên Reben (1991) û ketêba Göran Tunström Jiyana Rastîn (2003) wergerandiye kurdî.