Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Şanyar Adir

Şanyar Adir
@Goldegildeniz
GOCARÊ XWENDINA WÊJEYA KURDÎ
Sabitlenmiş gönderi
BÊJE Û GOTINÊN MEZINAN \PÊŞIYAN
Biwêj/Bêje : 📌Zengila şêr ( Ê ku şer hezdikin û her tim hewl didin ku şer çê be) 📌 Kezep miînî ( Ê ku xwe ne bawer û tirsonek) 📌 Şivanê Berazan ( Ê bêker û bêxêr) 📌 Xwe ber her baranê şîl kirin( Ê ku xwe tixe nav hebû bûyer û mijaran ) 📌Piyê wê\wî erdê ne digirt ( kesê ku pir zêde şa be) 📌Kevir û kûçik dihatin xarê( êşê ke pir pir mezin were
Reklam
we ye keça min- xweş bajar e ev devbehr lê va nebû yar.
Sayfa 129Kitabı okudu
keçika ciwan gulpmijika kafikirkî l'binê cixarê da

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
Ji pişt çiyê ve b'gezkiriî dertê û tê heviya îşev
mil daye mijê Herîr bi Herîr tê jêr şîliya Newrozê.
Reklam
80 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Lalo Kerim di nava cıvata feodal de kesekî tenê û xwesere. Xuyaye niviskar bi raçavkirinek xurt çîrok honandiye. Bi rastî jî ew kesên di gundanda tenê ( bê êl û eşîr) dijîn. Ji bo wî gundîde starbin mecburin destemelbin ango gelek kar û baran pêk bibinîn kû. Gundî timayiya wan emelan bikin û wî kesî li gund bimerifînîn. Alîkîve jî çawa ku mirovekî sêf û bêkêr be qet tevlî wî nabin . Ew çi bike û çi bêje. Dine ber xatirê sêfbuna wî ango çawa ku xêrê lê dikin û dihêlin ew wî gundî bijî. Niviskar bi vê honandinê pergala civakê a dagirkeriya navxweyî derdixe meydanê. Dagirkerî, zilm û zordariya civatê a li hember kesên tenê û kesên bêhêz tê ber destê xwêneran. Niviskar keseyetek wisa diafirîne (Lalo Kerîm) him kesê wek xwe tenê him jî kesê wek wî xortî bêhêz diparêze. Çîrok bi zimanê xwe, bi buyer û u honaka xwe mînakeke zexm a pastoraliyêye. Çîrok her di atmosfera mistizmêde ye. Bîjê , gotinên mezinan û têgehên çandî ve buye neynika civatê.
Lalo Kerîm
Lalo KerîmJemal Nebez · Avesta Yayınları · 20232 okunma
96 syf.
3/10 puan verdi
Doz
DozBurhan Tek
5.5/10 · 4 okunma
96 syf.
3/10 puan verdi
Doz a niviskar Burhan Tekî ku 8 çîrokan pêk tê. Di serî de doza çîroka nûjen dike. Çawa ku raya giştîve eyane, bi reçeteya dermanekî jî çîrok tên sazkirin. Niviskarê me jî çîrokên cûr bi cûr daye pêşberî xwîneran. Çîrok alî zimênve bi awayekî stabil diherikin. Lê dibe ku ji ber mijara( niviskarê me doxtore. Qurmê çîrokan jî ev pîşeyê û nexwaşxanêye) be hîn peyvê teknîkî hene ku wek wîzîte, otopsî hwd beloq dinimînin. Çîrokan de buyer pir, şayesandin kêmin. Çîroka Eywanê de berhemeke biraninê tê vegotin. Lê du encam hene anjî çîrok dû çiqe. Yek di bernama biranîna niviskar Ezîz Cemşîd de . Axêver Mahmut Serdar radibe divê Ezîz Cemşîd niviskarekî diz bu. Xwenêr wetrê çîrok ev bû. Ango diziya nepen a niviskarekî, piştî salan eşkere bû. Lê di wê eywanê de kurê niviskar û gelek kesên din bertek nîşan didin û tertê holê ku. Axêver nexaşe û tiştên nebuyîne dibêje. Çîroka Biryar de jî disa du dilî heye. Ne ewe ku biryara nexweş vebêje ne ewe rasthatina hevalê bavê xwe vebêje. Û çîroka Ji Mecbur. Di vê çîrokê de jî ewilî mijara çîrokê çawa ku hevnasîna vebêjêr û Ayselê be diherike. Lê niviskar biryarek nû dide û navenda çîrokê dibe ser hesudiya Ayselê. Ji Ayselê karakterek wusa diafirîne. Zehlê mirov ji Ayselê diçe. Hemû çîrok bi zimanekî baş, bê şayesandin û devê kesê yekem hatine vegotin. Dibe ku ji ber vê ye.Çawa ku hemû bîranin bin.
Doz
DozBurhan Tek · 20214 okunma
1.447 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.