Biwêj/Bêje :
📌Zengila şêr ( Ê ku şer hezdikin û her tim hewl didin ku şer çê be)
📌 Kezep miînî ( Ê ku xwe ne bawer û tirsonek)
📌 Şivanê Berazan ( Ê bêker û bêxêr)
📌 Xwe ber her baranê şîl kirin( Ê ku xwe tixe nav hebû bûyer û mijaran )
📌Piyê wê\wî erdê ne digirt ( kesê ku pir zêde şa be)
📌Kevir û kûçik dihatin xarê( êşê ke pir pir mezin were jîyandin. Kevir û kuç jî pê re diêşin û tenê zar ê)
📌Av kete çira me ( Dema mirov cî da bikeve rewşeke xerab)
📌Serê sar dilê germ( rewşa tu mantixê daynî derekî û bi hestan tevgerî)
📌Davije rewza aqilan. ( mijara ku qala wê dike bi têgehên zanistî piştrast dike)
📌 Kirasê bê pêsîr ( dema tiştekî nebuyî wekî buyê bê gotin)
📌Piyê hinekirî( dema ew kesê ku tu devera nake re dibêjin)
📌Xişûşî ked dil (rewşa ku ketibe gumanan)
📌 Destê di nava hevîr de( em ne bê çare û bê devdirin. Tu destê me ne di nava hevîr de ye)
📌 Wî ewrî baran nabare
GOTINÊN MEZINAN /PÊŞIYAN
📌Kevirê Havinê bavêje kulînê , wê lazimê çile û qanûnê.
📌Dewê xelkê, dilê mirov hênik nake.
📌Kesên ne li malan, nizanin bi halan.
📌Kaniya ku te av jê vexwarî, keviran neavêje.
📌Kew li dengê xwe hechecik li hêlîna xwe vedigerin.
📌Ar zane, agun zane.
📌Aşvan dizane çekçek bi çi tehrî dinêre.
📌Ker dikeve heriyê deh qantir nikarin derxin.
📌Jin bê xweyî dimîne har dibe ;mêr bê xweyî dimîne jar dibe.
📌Aliyek bîr e, aliyek nîr e.
📌Destê tenê, deng jê nayê.
📌 Aş bi avê, însan bi zimên digere.
📌 Ker ê me çû seferê, dîsa hat ker ê berê.
📌Min go ez ê herim mala bavê firo firkim. Min nizanîbu ezê porê kurkim.
📌 Pera didin ker ê me, dixin bela serê
📌 Nokê me çûn Helebê, êja bûn leblebî.
📌Meriv da avê çi li çokê çi li navê.
📌Kurmê şîrî heta pîrî.
📌Mîr jî dimire evdalê pîr jî.
📌Gulle, ku hat bila hespê keve ne suwar.
📌Xeber xebera pirêye, sim sima kerê ye.
📌Bila çipê bim gorê bim.
📌Ewrê sorê ewarê cotê bavijê beyare.
Ewrê sorê sibê cotê bavijê sibê.
📌Dizê bostanan dertê zivistanan.
📌Nişana baranê ba ye, a mirinê ta ye.
📌Bi gote gotan,ga naçe cot.
📌Axa jin û mêran yeke.